Îranê 4 Kurd îdam kirin

29-01-2024
RÛDAW
Nîşan Kurd Îdamkirin Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Dadweriyê ya Îranê, 4 girtiyên siyasî yên Kurd tevî hemû bangan jî îdam kirin.

Malpera dadweriyê ya Îranê Mîzanê diyar kir ku îro danê sibehê 4 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsîn Mazlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî ku li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê dihatin girtin îdam kirin.

Parêzerê her çar girtiyan Mesûd Şems Nejad destnîşan kir ku darizandin û cezakirin “ne adilane ne û rêz li mafên wan nayên girtin” û destûr nayê dayîn ku muwekîlên wî parastina xwe bikin.

Îranê 4 girtiyên Kurd bi îdiaya “sîxurtiya Îsraîlê” tawanbar kir

Li gorî agahiyan, 4 Kurdên ku hatine bidarvekirin endamên Komeleya Kedkarên Şoreşger ên Kurdistana Îranê ne.

Îranê îdia kir ku her 4 welatiyên Kurd “bi awayekî neqanûnî” derbasî xaka Îranê bûne.

Îranê îdia dike ku pêwendiya wan bi “Mossadê” re heye.

Ango bi îdiaya ku li Îsfehana Îranê li dijî “tesîseke leşkerî êrişek rêxistin kirine” cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

Piştî 7 mehan hatin îdamkirin

Malbatên girtiyan û Komeleya Kedkarên Şoreşger a Kurdistana Îranê, îdiayên dewleta Îranê yên li ser girtiyan red kirin.

Wefa Azerbar, Muhsîn Mezlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî, 23yê Hezîrana 2023yan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve li parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hatibûn desteserkirin.

26emîn Dadgeha Cezayê ya Tahranê bi tawana “Li dijî Xwedê hatin û şer kirin” û “sîxurtiya Îsraîlê” cezayê îdamê li her 4 girtiyên Kurd birîn.

Rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên siyasî li Îranê xwepêşandan li dar xistin û ji bo rawestandina îdamê li ser medyaya civakî kampanya bi rê ve birin.

Girtiyên Kurd, beriya ku werin bidarvekirin malbata xwe dîtin.

Muhsîn Mezlûmê 27 salî ji Mihabadê, Mihemed Feramerziyê 28 salî ji Dêwlanê, Wefa Azerbarê 26 salî ji Bokanê û Pijman Fatihiyê 28 salî jî ji Kameranê bû.

“Em dê bên îdamkirin, şînê negirin, wêrek bin”

Hevjîna girtiyê Kurd Mûhsîn Mezlûm a bi navê Ciwan Teymes doh beşdarî bultena Rûdawê bû.

Teymes ragihand ku Pijman Fatihî di hevdîtina dawî ya bi malbatê re gotiye, “Em dê werin bidarvekirin lê ev mirineke serbilind e. Hêviya me ji we hûn şînê negirin, reş li xwe nekin û wêrek bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehidî / Wêne: Arşîv

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê derbarê helîkoptera Reîsî daxuyanî da

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê Ehmed Wehidî ragihand, helîkoptera ku Serokkomarê wî welatî Îbrahîm Reîsî tê de bû, ji ber rewşa xerab a hewayê mecbûrî ma dane