Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniya du parlamenterên Kurdistanê daxuyaniyek da û red kir, ku petrola xaw a kêlgeha Şêxanê bi nirxê 18 dolarî firoştibe.
Îro Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniya her du parlamenterên Kurd ên parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih û Şêrko Cewdet belav kir, ku ragihandine, her bermîleke petrola xaw a Kêlgeha Şêxanê ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ve tenê bi 18 dolarî hatiye firotin.
Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dibêje: “Ev daxuyanî dûr e ji rastiyê û bi şêweyekê bêbingeh hatiye behskirin.”
Herwiha di vê daxuyaniyê de tê gotin: “Em weke Wezareta Çavkaniyên Xwezayî vê nûçeyê bi temamî red dikin û li gorî fermana me ya wezaretê ya hejmar 6888 a di 05-12-2017ê de ev petrol bi nirxê (Brent-18) dolar hatiye firotin, yanî nirxê Brent çend be, bi 18 dolarî kêmtir e, bo mînak nirxê Brentê 63 dolar be di bazara cîhanê de, yanî bi 45 dolarî hatiye firotin, ku ev nirx di berjewendiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye û ji ber kalîteya petrola xaw ku giran e û Kibrît têde heye û herwisa xerciya veguhastina wê ji bo hinardekirina bo derveyî welat jî nake heman nirx, lê belê li Bendera Ceyhanê jî (Brent-20) dolar dike, yanî ji me re 2 dolar baştir e, her ji ber wê jî bikirên navxweyî bi şêweyê deynê next (kaş) wergirtiye û şîrketa berhemhêner jî agahdar e.”
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike: “Wiha baştir bû ku wan her du parlamenteran pirsyar li wezareta me bikiriba, daku bersivekê bi dest bixin, ne tenê bi armanca têkderiyê û xapandina hemwelatiyan be, ku mixabin hêj berdewam in li ser wan reftarên xwe yên di vê krîzê de, ku ji mebesta nivîsên me tênagihîjin û naxwazin têbigihin û bi şêweyekê şaş şriove dikin û belav dikin.”
Wergêran û nivîsîn: Sîna Soma
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse