Yekîtiya Ewropayê dorpêçên li ser Sûriyeyê rakirin

20-05-2025
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çavkaniyên Xwezayî Îraq Petrol Herêma Kurdistanê Yekîtiya Ewropayê Dorpêç Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê biryar da ku dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

Îro li Bruksela paytexta Belçîkayê civîna Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê ku taybet bi pirsa parastinbû bû hat lidarxistin.

Yekîtiya Ewropayê (YE) îro bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar dabû ku ambargoyên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.

Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Kallasê got, "Me îro biryar da ku em dorpêçên aborî yên li ser Sûriyeyê ferz hatine sepandin rakin."

Beriya niha jî Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar dabû ku dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê bên rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst