Hewlêr (Rûdaw) - Îdareya Trump agirê şerê bazirganî li gel Çînê zêdetir kiriye û ragihand, wan biryar daye ku bacek bi rêjeya ji sedî 10 bi ser alavên Çînî yên bi buhayê 200 milyar dolaran bisepînin, ku ji Çînê bo Amerîka tên hawirdekirin disepîne.
Wezareta Bazirganiya Çînê ragihandiye, ku bazirganiya Amerîka di van demên dawî de ew şok kirine û ew dê li dijî biryarên Amerîka li rêxistina bazirganiya cîhanê dozekê vekin.
Hikûmeta Çînê herwiha agihandiye, ew dê bersiva baca gumrikî yên Amerîkayê bidin û bacên zêde bi ser alavên Amerîkî de bisepînin.
Berpirsên îdareya Trump lîsteyek bi hezaran alavên Çînî amade kiriye, daku baca gumrikî bi ser wan alavan de bisepîne.
Di wê lîsteya Amerîkayê de, kelûpelên weke tûtin, madeyên kîmiyayî, komir, otomobîl, qenefe û herwiha asin û alominiyom hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse