Trump dema terîfeya baca gumrikê ya li ser Çînê dirêj kir

12-08-2025
Nîşan Amerîka Çîn Bacên Gumrikê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarname îmze kir û sepandina bacên gumrikê yên ku li Çînê hatin zêdekirin, heta 90 rojên din jî dirêj kir.

Amerîka û Çînê meha gulanê terîfeyên hevdû zêde kiribûn û paşê kêm kiribûn.

Her du welatn ji bo biryara kêmkirina terîfeyan 90 roj dem diyar kir.

Trump çendîn saet man ku 90 roj xelas bibe, biryarname îmze kir û 90 rojên din jî dirêj kir.

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî, Trump biryar da ku rewşa sekinandinê ya zêdekirina bacên Çînê dewam bike.

Bi biryarnameyê bacên gumrikê yên berhemên ku ji Çînê tên hawirdekirin dê heta 10ê Çiriya Paşîn zêde nebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst