Trump û Xi Jinping bi telefonê axivîn

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Xi Jinping Amerîka Çîn Bac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping bi telefonê axivîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Çînê Xi Jinping, piştî şerê bazirganiyê yê ku bi zêdekirina bacên gumrikê di navbera her du welatan de gurtir bûbû, cara yekem bi telefonê bi hev re axivîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, 2yê Nîsanê li ser hevkarên bazirganiyê yên ku Çîn jî di nav de bû, zêdekirina bacên gumrikê ragihandibû.

Piştî ku Çînê bersiva bacên Amerîkayê da, şerê bacên gumrikê di navbera her du welatan de dest pê kir.

Di encamê de Amerîkayê baca gumrikê ya li ser kelûpelên Çînê ji sedî 145 zêde kir.

Her wiha Çînê jî li ser kelûpelên Amerîkayê baca gumrikê ya li ser kel û pelên Amerîkayê bi rêjeya ji sedî 125 zêde kir.

Birêveberiya Washingtonê, dema ku tarifeyên zêde yên li ser welatên din 90 rojan bi paş ve xist, tarifeyên li ser Çînê berdewam kirin.

Bac daketibûn sedî 10an

Piştî aloziya bazirganiyê gurtir bû, rayedarên Amerîkî û Çînî, 10-11ê Gulanê ji bo dan û standinên li ser bacan li bajarê Ceneveyê yê Swîsreyê li hev civiyan û biryar da ku di nav 90 rojan de bacên gumrikî yên du alî kêm bikin.

Piştî hevdîtinan, biryar hat dayîn ku ji 14ê Gulanê û pê ve, Amerîka baca gumrikî ya li ser kel û pelên Çînê di maweya 90 rojî de ji sedî 145an daxîne sedî 30î, û Çîn jî baca li ser kelûpelên Amerîkayê ji sedî 125an daxîne sedî 10an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst