Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Jûra Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê Mistefa Şêx Ebdulrehman destnîşan kir ku sedema daketina nirxê lîreyê tirkî, ji ber hewldana darbeya leşkerî û sizayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê ye. Şêx Ebdulrehman herwiha got: “Em dixwazin ligel Tirkiyê derfetên kar zêde bikin.”
Navenda Lêkolînan a Rûdawê, îro Çarşemê (12.09.2018) li Hewlêr Sempoziyuma Derbarê Herêma Kurdistanê û Qeyrana Darayî Li Nvaçeyê saz kir.
Sempoziyum ji sê panela pêk hat û panêla yekem “Şoka diravî li Tirkiyê û bandorên wê li ser Herêma Kurdistan” bû.
Her yekê ji Navenda Lêkolînan a ORSAMê Professor Dr. Recep Yorulmaz , Cîgirê Serokê Odeya Bazirganiya Amedê Nasih Aktepe, , ji Navenda Lêkolînan a DITAMê Mehmet Vural, Mistefa Şêx Ebdulrehman û ji Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn di panela yekem de gotarek pêşkeş kirin.
Mistefa Şêx Ebdulrehman da zanîn ku sedema daketina nirxê lîreyê tirkî, ji ber hewldana darbeya leşkerî û sizayên Amerîkayê yên li ser Tirkiyê ye û got: “ Nirxê kelûpelên Tirkiyê niha ji berê erzantir e. Bazarên Herêma Kurdistanê pêwîstî bi kala û kelûpelên Tirkî heye. Daketina nirxê lîre derfet e ji bo pêşxistina karê bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de."
Herwiha Şêx Ebdulrehman anî ziman ku ew wekî karsazên Herêma Kurdistanê dixwazin ligel Tirkiyê derfetên kar zêde bibin û Tirkiyê niha ji bo sermayeguzariyê derfeteke baş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse