Bakirhan: Kurd dixwazin pirsgirêkan bi paytextan re çareser bikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tuncer Bakirhan DEM Partî Kurd Îran Tirkiye Sûriye Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi paytextên welatên ku lê dijîn re çareser bikin.”

Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoyê de mijarên di rojevê de nirxandin.

Bakirhan destnîşan kir ku Kurdan eşkere kiriye ku ew li Îranê alîgirê dan û standinan in.

Peyama ji bo Tirkiye û Îranê

Bakirhan bal kişand ser bipêşketinên girêdayî şerê ku Amerîka û Îsraîlê li hemberî Îranê daye destpêkirin û got:

"Em li Îran û Rojhilata Navîn tenê wekî petrol, gaza xwezayî û dolaran nanêrin.

Ev der erdnîgariyek e ku şaristanî lê şîn bûye û maf û bawerî bi sedsalan li kêleka hev jiyane.

Dîroka Kurdan a li vê erdnîgariyê ji 2 hezar salî zêdetir e. Her hêza hegemonîk û herêmî ku vê rastiyê li ber çavan negire, dê bikeve nava xapandineke mezin û dê bixesire.

Divê Tirkiye jî êdî ne bi kod û tirsên kevn, lê bi siyaseteke aqilane ya li ser bingeha aştî û demokrasiyê nêzîkî herêmê bibe.

Em helwesta Enqereyê ya li dijî destwerdana derve watedar dibînin.

Enqere dikare ji bo naskirina Kurdan, jinan, mafên cuda û baweriyan bangekê li birêvebiriya Tehranê bike. Ev yek dê pêgeha Tirkiyeyê xurttir bike.

Nêzîkatiyeke bi vî rengî, dê girêdana Kurd û gelên bindest û baweriyên li Îranê ya bi Enqereyê re xurttir bike."

"Kurd dixwazin pirsgirêkan bi paytextan re çareser bikin"

Bakirhan diyar kir ku rêxistinên Kurdan gelek caran anîne zimên ku ew di şerê Îranê de alîgirê dan û standinan in û wiha pê de çû:

"We jî guhdariya rêxistinên Kurdan û serkirdeyên wan kir.

Wan ji destpêkê ve eşkere kir ku him di şerê li Rojhilata Navîn de him jî di şerê li Îranê de ew ne alîgirê destwerdanê, lê alîgirê dan û standinan in.

Loma, bila rêzê li helwesta partiyên Kurdan û pêşengên wan bigirin.

Li kû dera cîhanê dijîn bila bijîn, ew ne alîgirê hêzên hegemonîk û emperyalîst in.

Ti kes bi perçekirin, cudakirin û biçûkxistina Kurdan nikare bigihîje ti encamekê.

Em bi eşkereyî dibêjin, Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi paytextên welatên ku lê dijîn re çareser bikin.

Ma em xeletiyekê dikin? Eger li Tirkiyeyê pirsgirêka me hebe em dixwazin bi Enqereyê re çareser bikin.

Kurdên li Îraqê dixwazin pirsgirêka xwe bi dewleta Îraqê re çareser bikin. Dê bi kê re çareser bikin?

Eger li Sûriyeyê pirsgirêkek hebe, mixetabekî wê Kurd in, mixetabê din jî birêvebiriya Sûriyeyê ye.

Li Îranê jî Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe bi dewleta Îranê re çareser bikin.

Lê divê rêz li vê helwesta Kurdan a ku dixwazin pirsgirêkan bi van paytextan re çareser bikin were girtin."

"Pêvajoyê dereng dixin"

Bakirhan derbarê pêvajoya çareseriyê de jî daxuyand ku divê gav bên avêtin û ev nirxandin kirin:

"Tirkiye di dîroka xwe ya 100 salî de pêvajoya herî stratejîk û hêja dijî. Pêvajoya ku em jê re dibêjin pêvajoya aştî û civaka demokratîk.

Di vê pêvajoya girîng de, avakirina dubendiya 'pêşî û paşê', hewalekirina pêvajoyê ji bo mekanîzmaya piştrastkirinê, hewldana derengxistina çareseriyê ye.

Ev hewldan tenê cesaretê dide kesên li dijî çareseriyê û rîska têkbirina pêvajoyê bi xwe re tîne.

Aştî pêvajoyeke avêtina gavên hevdem û dualî ye. Ji bo avakirina avhewaya siyasî ya aştiyê jî divê gav bên avêtin.

Binêrin, beriya me Birêz Bahçelî bi xwe ji vê kursiyê wiha got, 'Êdî ji bo gavan pêwîstî bi mijûlkirin û mijûlbûnê nîne.'

Belê, em jî tevlî dibin. Êdî ji bo gavên ku dê bên avêtin pêwîstî bi mijûlkirin û mijûlbûnê nîne.

Doh Birêz Serokkomar jî heman tişt gotin. Baş e, ew ji kê re dibêjin? Kî tê mijûlkirin, kî mijûl dike? Navnîşan kî ye, kî dê gav biavêje?

Loma êdî divê ew kesên ku vê pêvajoyê dimeşînin, biryarder in, destên xwe zû bigirin û wan gavên ku divê ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bên avêtin bi lez biavêjin."

"Dikarin qeyûman rakin"

Bakirhan destnîşan kir ku bêyî pêwîstiya bi ti amadekariyên qanûnî, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn dikarin bên bicihkirin û li pey çû:

"Qeyûmên ku hîn jî dest danîne ser îradeya gel, dikarin bên rakirin. Li şûna wan dikare îradeya gel were danîn.

Aştî ne dema ku hiqûq bi gotinê, lê dema ku gotin bi hiqûqê ve tê girêdan dest pê dike.

Eger gav bi hev re bên avêtin ewlehî çêdibe. Eger ewlehî çêbibe rê vedibe û demokrasî tê.

Em hemû bêhna xwe vedidin. Ji ber vê yekê em şev û roj li ser rêyan in."

Tasfiyeya siyasî ya bi rêya qanûnê

Bakirhan anî zimên ku civak operasyonên li ser şaredariyên CHPyê wekî operasyonên têkoşîna li dijî gendeliyê nabîne û wiha anî zimên:

"Her kes vê yekê wekî tasfiyeyeke siyasî ya bi rêya qanûnê qebûl dike.

Vê yekê em nabêjin. Wezîrê Karên Navxwe bi xwe li vê yekê mikur tê.

Wezîrê Karên Navxwe dibêje ku ji 31ê Adara 2024an ve derbarê 1048 şaredariyan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Dibêje 472 ji van şaredariyên AK Partiyê, 217 şaredariyên CHPyê, 78 şaredariyên MHPyê û 16 jî şaredariyên DEM Partiyê ne.

Ên herî kêm em in. Her çend em dizanin bê ev lêpirsîn çima hatine vekirin jî. Ji bo tayînkirina qeyûman.

Yanî ji her du şaredariyên ku derbarê wan de lêpirsîn hatiye vekirin, yek ya AK Partiyê ye. Em jî dipirsin.

Eger ji her du şaredariyan yek ya AK Partiyê be, çima qeyûm tayînî şaredariyên DEM Partiyê tên kirin, çima ji peywirê dûrxistin li ser şaredariyên CHPyê tê pêkanîn lê li ser şaredariyên AK Partiyê nayê pêkanîn?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst