Kincên Kurdî li kêleka teknolojiya herî nû: Danasîna telefona herî tenik a cîhanê

14-08-2025
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Bilind Osman\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Bilind Osman\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dubaî Honor Magic V5 Bilind Osman
A+ A-

Dubaî (Rûdaw) - Fenomenê Kurd Bilind Osman, bi cil û bergên Kurdî li Dubaiyê ye û telefoneke ku nûtirîn berhema zincîreya telefonên qatbûyî ya kompanyaya Honorê ye di destê wî de ye.

Telefona nû ya sereke ya Honorê ya bi çend taybetmendiyên nûjen ên ku di cîhana teknolojiyê de dengekî mezin daye hat nasandin.

Honor Magic V5 tenê 217 gram e û telefona herî tenik a cîhanê ye.

Fenomenê Kurd Bilind Osman got, "Tiştê ku di vê telefonê de herî zêde bala min kişand tenikbûna wê ye.

Îsal telefon gelekî bihêztir jî bûye û xwedî sertîfîkaya IP58 e. Ez vê telefonê bêtir ji bo kesên bazirgan pêşniyar dikim."

Merasîma danasînê ya li Dubaiyê

Şeva 13yê Tebaxê, li yek ji giravên Dubaiyê, merasîma danasîna vê telefonê hat lidarxistin.

Vê carê Honorê bi vê telefonê meydan xwend û di warê zîrekî û teknolojiyê de gihişt sînorê dawî.

Birêvebirê Honorê yê Îraqê Debo Zhang got,"Di çend salên borî de me dît ku Honorê li Îraqê karên xwe gelekî berfireh kirine û bi giştî telefonên Honorê ji sedî 35ê bazara Îraqê pêk tînin.

Vê carê Honorê hewl daye ku ezmûna herî baş a telefona qatbûyî li gel derfeta dîtina dane û belgeyan li ser ekraneke ew qasî mezin û temaşekirina fîlman bide mişteriyan xwe."

Taybetmendiyên mobîla qatbûyî ya Magic V5ê wisa ne:

  • Li hemberî avê berxwedêr e
  • Telefona qatbûyî ya herî tenik a cîhanê ye
  • Pîla (Batariya) wê ji sedî 25 ji silîkonê pêk tê
  • Giraniya wê tenê 217 gram e
  • Bîrgeha (RAM) wê 16 GB ye û depoya wê digihîje 1 TBye
  • 3 kamerayên wê yên bi rezolûsyona 50 megapîkselî hene û bi hişê çêkirî hatine bihêzkirin
  • Ekrana wê bandoreke neyînî li çavan nake

Li Îraqê daxwaza pêşwext ji bo Honor Magic V5, dê di 19ê vê mehê de dest pê bike.

Birêvebirê Giştî yê Gbalê yê Îraqê got, "Piraniya kesên ku bikarhênerên IPhoneyê ne û dixwazin derbasî Androidê bibin, pirsgirêka wan a herî mezin veguhestina daneyan e. Ev telefon bi rêya Honor Connectê vê pirsgirêkê çareser dike.

Ez dikarim bêjim ev telefon di teknolojiya telefonan de şoreşek e, hem jî ji aliyê hişê çêkirî ve pêşketî ye.

Cûdahiya hişê çêkirî yê Honorê ew e ku bi awayekî organîk xwe fêr dike, dibe kopiyeke te û li gorî jiyana te ya rojane tevdigere. Ango bêsînor e û gelekî berfireh e."

"Ev teknolojî şoreşek e"

Alîkarê Birêvebirê Euro  El Wataniyê Heysem Yasîn jî got,"Mişteriyên Îraqî gelekî talepkar in; ew teknolojiya herî baş û pêşketî bi bihayê herî baş dixwazin.

Ev ji bo kompanyayan meydanxwendineke mezin e û Honorê karîbû bersiva vê bide. Berhemên Honorê gelekî pêşketî ne û bi bihayên herî baş tên firotin."

Bihayê telefona Honor Magic V5 ji 1,799 dolaran dest pê dike.

Tê payîn ku li gel her telefonekê, mişterî diyariyekê jî wergire ku dibe ku ew diyarî saeteke zîrek, pênûseke taybet an jî guhokên (AirPods) bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst