Balyozxaneya Brîtanyayê bangî kompanyayan kir: Werin Herêma Kurdistanê

14-08-2025
RÛDAW
Lara Hampshire beşdarî bultena Rûdawê bû / Wêne: Rûdaw
Lara Hampshire beşdarî bultena Rûdawê bû / Wêne: Rûdaw
Nîşan Brîtanya Lara Hampshire Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebira Beşa Bazirganiyê ya Balyozxaneya Brîtanyayê ya Îraqê Lara Hampshireyê diyar kir ku welatê wê Herêma Kurdistanê wekî bazareke sereke ya hilberînê dibîne û tekezî li ser wê yekê kir ku hevkariya di warê perwerdeyê de çîrokeke serkeftî ya girîng e.

Her wiha bangî karsaz û kompanyayan kir ku bên Herêma Kurdistanê.

Lara Hampshireyê da zanîn ku qebareya giştî ya bazirganiya di navbera Brîtanya, Îraq û Herêma Kurdistanê de 1,1 milyar sterlîn e û potansiyeleke mezin heye ku ev rêje zêdetir bibe.

Lara Hampshireyê di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku hikûmeta Brîtanyayê ji bo bipêşxistina pêwendiyên bazirganî yên bi Herêma Kurdistanê re çar sektorên stratejîk diyar kirine.

Hampshireyê da zanîn ku ew sektor, çandinî, tenduristî, teknolojiya kesk û parastina sivîl in.

Sektora perwerdeyê stêrkeke geş e

Hampshireyê eşkere kir ku yek ji warên hilberînê yên herî serkeftî yên kompanyayên Brîtanî li Herêma Kurdistanê, perwerde û xwendina bilind e.

Hampshireyê mînaka Zanîngeha Navneteweyî ya Brîtanyayê da ku Zanîngeha Londonê piştgiriya wê dike û got:

"Ev serkeftineke mezin e ku ji bo nifşê ciwan û serkirdeyên paşerojê yên Herêma Kurdistanê perwerdehiyeke bi kalîte pêşkêş dike.

Vê serkeftinê eleqeya saziyên din ên perwerdehiyê yên Brîtanî yên ji bo herêmê zêde kiriye."

Rola Herêma Kurdistanê

Hampshireyê i her wiha behsa pakêta bazirganiyê ya mezin a 12,3 milyar sterlînî jî kir ku di destpêka îsal de di navbera Brîtanya û Îraqê de hatibû ragihandin.

Hampshireyê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwendiyên xurt ên bi Herêma Kurdistanê re temamkerê vê pakêta giştî ne û got:

"Pêwendiya me ya bi Herêma Kurdistanê re gelekî girîng e.

Belgeya pêşîneyên bazirganiyê ya ku me dawiya sala borî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re îmze kir, hişt ku em pîşesaziyên sereke yên ku em dê bala xwe bidin ser wan diyar bikin."

“Werin û pêwendiyan danin”

Lara Hampshireyê bangî kompanyayên ku dixwazin li Herêma Kurdistanê hilberînê bikin kir û got:

"Werin û pêwendiyan danin. Pêwendî gelekî girîng in. Werin,derfetên heyî li cihê wan bibînin, bi wezaretan re bicivin û bi têgihiştina pêdiviyan dest bi diyalogê bikin.”

Hampshireyê her wiha anî ziman ku rewşa ewlehiyê ya li herêmê li gorî salên borî gelekî baştir e û vê yekê fikarên veberhêneran kêm kiriye.

Potansiyela binesazî û enerjiyê

Hampshireyê tekez kir ku binesazî û enerjî di serê wan sektoran de ne ku di paşerojê de xwedî potansiyela herî mezin a geşbûnê ne û got:

"Projeyên mezin ên binesaziyê yên wekî hilberîna elektrîkê û tesîsên paqijkirina avê ji bo gel gelekî girîng in.

Brîtanya di van waran de xwedî çareseriyên nûjen û xizmetên bi kalîte ye ku dikare pêşkêş bike."

Hampshire her wiha agahiya ku hikûmeta Brîtanyayê bi rêya saziya xwe ya bi navê "UK Export Finance" piştgiriyên girîng ên wekî garantiya darayî, kredî û sîgorteyê dide kompanyayên ku dixwazin li Îraqê veberhênanê bikin, parve kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst