Zîv dîrokê dinivîse: Onsa wî gihişt nêzîkî 80 dolaran

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zîv Banka Navendî ya Amerîkayê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de, bihayê zîv 7,19 dolar ango ji sedî 10 bilind bû û her onsek gihişt 79,16 dolaran.

Bihayê her kîloyeke zîv jî gihişt 2 hezar û 544 dolaran.

Ev asta herî bilind a bihayê zîv e ku di dîroka dan û standinan de hatiye tomarkirin.

Tenê di hefteya borî de, bihayê onsa zîv ji sedî 17 ango 12 dolaran zêde bûye.

Rêjeya giştî ya bilindbûna bihayê zîv ji destpêka îsal ve heta niha gihiştiye nêzîkî ji sedî 175an.

Sedemên sereke yên bihabûnê

Berdewamiya aloziyên jeopolîtîk, îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê li Amerîkayê sedemên sereke yên bilindbûna bıhayê zîv in.

Biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo sepandina dorpêçan li ser keştiyên barhilgir ên petrola Venezuelayê, tirs li cem hilberîneran çêkir.

Vê yekê hişt ku hilberîner wekî "stargeheke aram" berê xwe bidin kirîna zîv.

Kêmkirina faîzê û sektora teknolojiyê

Her wiha tê pêşbînîkirin ku sala bê Banka Navendî ya Amerîkayê du caran rêjeya faîzê kêm bike.

Ev yek di berjewendiya zîv de ye û xwesteka li ser zîv zêde kiriye.

Ji bilî vê, zêdebûna xwesteka ji bo çêkirina panelên enerjiya rojê û sektora teknolojiyê, daxwazeke zêde li ser zîv çêkiriye.

Ev di demekê de ye ku li cîhanê kêmbûna vî madenî didome.

Di demekê de ku bankên navendî yên cîhanê berdewam in li ser kirîn û komkirina zîv, sandoqên hilberîn û bazirganiyê jî rikeberiyê dikin ji bo bidestxistina wê rêjeya sînordar a li bazarê.

Vê yekê jî hiştiye ku bihayê zîv di asteke pîvaneyî de bimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst