Hewlêr (Rûdaw) - General Motors li pêşangeha Detroit a Michiganê li Amerîkayê hemû kes matmayî kirin, dema ku yeken otomobîla Cadillac a elektirîkî bi cîhana teknolojiya û otomobîlê da naskirin.
Otombîla Cadillac XT6 bi qebareya mamnavend di hola pêşangehê de perde li ser hat rakirin.
Berpirsa cîbicîkar a kompaniya General Motors, Mary T. Barra dibêje, Piştî vê otombêlê teknolojiya warê otombêlan kete di qunaxeke nû de.
Di derbarê pêşkeftina otombîlên karebayî , Kadîlakê bû pêşenga teknolojiya û dahênana, gelekî girînge li wî dema ku gavan bû qunaxeke nû di havêjî pêşeng bî".
Cadillac XT6 jî kete di rêza wan hemû otombîlêm SUV yên ku hevrkiyê li ser otomîlên lojîkî dike.
Serokê Kadîlakê bi şanazî ve dibêje, 116 sal e ku kompaniya wan ji bo pêşve gavan di avêje, û wê berdewam be.
Steve Carlisle got: "Kadîlak (Cadillac) dixwaze gavên girîng bi avêje, weke wan gavên ku ev 116 sale berdewam di avêje, piştevaniya me tê kirin û endaziyarên General Motors hevkarên wê pêşkeftinê ne".
Pêşangeha vê carê ya Detroit bi pêşanga veguhastinê tê bi nav kirin û pispor jî dibêjin. qunaxeke nû ya pêşkevtinan destpê kiriye.
Tê payîn, ku dema di 19 mehê de pêşangeh bi rûyê xelkî de tê vekirin , wê tiştên nû çêbibin.
Rêkevtinek di navbera kompaniya Ford û Volskswagen birêveye û niha kompanî kêmtir otombêlên nû berhem tîne , û zêdetir otombîlên xwe têkelî teknolojiyayê dikin.



