Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack ragihand ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de were qebûlkirin.
Tom Barrack her wiha diyar ku Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed dê di hikûmeta Sûriyeyê de rolên girîng wergirin.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de qala plana Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê kir.
Wî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê tevlî saziyên dewleta Sûriyeyê bibin.
"Sûriyeyeke yekgirtî pêk tê"
Tom Barrack da zanîn ku plana Serokê Amerîkayê ya li ser Rojhilata Navîn bi pêş ve diçe û hevpeymanekî pêbawer derbasî çarçoveyeke niştimanî dibe û got:
"Sûriyeyeke yekgirtî ji bo her kesî pêk tê. Serkirdayetiya Serokê Amerîkayê rê li ber tevlîbûna HSDyê ya nav saziyên dewleta Sûriyeyê vekir."
Li gorî Barrack, ev gav parçebûnên berê vediguherîne hevbeşiyeke mayînde û ev yek her wiha derfetê dide gelê Sûriyeyê ku paşeroja xwe bi hev re ava bikin.
Zimanê Kurdî û rolên nû
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zimanê Kurdî û serkirdeyên Kurd jî.
Wî eşkere kir ku zimanê Kurdî dê di perwerdeyê de were qebûlkirin.
Her wiha wî destnîşan kir ku Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed dê di hikûmeta Sûriyeyê de rolên girîng wergirin û wiha domand:
"Ev yek nîşana rêzgirtina li serkirdayetiya wan û qurbaniyên hevpeymanên me yên Kurd e. Her wiha rêzgirtinek e ji bo tevkariya wan a di berjewendiya aramiya herêmê de."
"Artêşek, hikûmetek û dewletek"
Tom Barrack di dawiya peyama xwe de, ev ngav wekî "tevlîbûna rasteqîn" bi nav kir.
Wî anî zimên ku di vê pêvajoyê de aliyên serkeftî û têkçûyî nînin û got:
"Hevpeymanên berê yên ku nêrînên wan cuda ne, bi rêya çareseriyeke dîplomatîk Sûriyeyê xurttir dikin. Artêşek, hikûmetek, dewletek."



