Salane 100 milyon dolar bo kirîna Soya diçe derveyî Kurdistanê

16-02-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Soya Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kargehên êm ên Kurdistanê salane bi buhayê 100 milyon dolar Soya bo berhemanîna êm-alik-alif tînin Herêma Kurdistanê, di demekê de ku jîngeh û axa Herêma Kurdistanê bo çandina vê berhemê gelekî baş e.

 

Li gor amarên Wezareta Kiştûkal û Çavkaniyên Avê, 25 kargehên êm li Kurdistanê hene û di saetekê de dikarin 385 ton êm-alik berhem bînin. Eger rojane tenê 8 saetan kar bikin berhemê wan ê salane digihe zêdeyî milyonek û 100 hezar ton. Lê ji ber bêbazariyê sala borî tenê 830 hezar ton hatiye berhemanîn.

 

Rêveberê Giştî yê Kargeha Êm a Baraş li Hewlêrê Barzan Ednan ji Rûdawê re got: “Bêyî Soya, êmê baş ê mirîşk û peleweran baş çênabe. Li navxwe jî ev berhemê han nayê çandin, loma em neçar in ji derve bînin.”

 

Di berhemanîna tonek êm-alik de 200 kîlo Soya tê bikaranîn. Berhemê salane yê kargehên navxwe zêdeyî 800 ton dibe û zêdeyî 200 ton jî xwediyên kêlgehên peleweran berhem tînin. Loma salane zêdeyî 200 hezar ton Soya tê hawirde kirin.

 

Derbarê mijarê de Barzan wiha dirêjî bi axftina xwe da: “Niha yek ton soya bi 480 dolarî ye, loma dikarim bibêjim salane nêzîka 100 milyon dolar bo kirîna Soya diçe derveyî Kurdistanê.”

 

Soya dikeve nav malbata baqleyan. Gelek welat girîngiyê bi çandina wê didin, ji ber rêjeyeke zêde ya protein û zeytê tê de heye. Piştî derxistina zeyta wê, paşmayê wê dibe beşekî girîng a pêkhateya êmê mirîşk û ajelan.

 

Taybetmendiya Soya ku wê ji baqleyên din cuda dike, protîna wê ye ku pêdiviya laşê mirov pê heye. Protîna wê ji protîna ajel baştir e. Ji ber ti kolostrol têde nîne. Herwiha maddeyeke kîmyayî ya bi nave Lecithin têde ye û dikare kolostrola nav xwînê têkbişkîne. Bi giştî Soya ji bo zêdeyî 100 mebestên cuda tê bikaranîn, her wiha mirov dikare şîr û penîr jê çêbike. Li hinek welatan wek goştê hejaran tê naskirin.

 

Rêveberê Giştî yê Grûba Vano bo Pîşesaziya Peleweran Dr. Selah Bekir Mistefa ji Rûdawê re got: “Li gor lêkolînan av, hewa û axa Kurdistanê gelekî baş e bo çandina Soya. Di ware aborî de jî çandin û berhemanîna wê 4-5 qat ji çandina genim û cih bisûdtir e. Herwiha wek baqle û fasolye mirov dikare bi ava bîran jî li deştan biçîne,li ber çeman jî heman tişt. Bi vêna jî rê li çûna hewqas pere tê girtin ku salane bo kirîna Soya diçin derveyî Kurdistanê.”

 

Dr. Selah, bal kişand ser lêkolîneke xwe û çend endazyar û pisporên Amerîkî û wiha axifî: “Di salên 90î de dema ambargo li ser Iraqê hebû, bi rêya rêxistineke Amerîkî min hinek tovê Soya bidest xist û çand. Sala 2010ê jî endazyar û cotkarekî Amerîkî hat Kurdistanê û ligel min peywendî danî ku lêkolîn li ser wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê welatekî kiştûkalî ye û ax, av û hewaya wê bo çandina Soya gelekî baş e. Herwiha got ku hêjaye wek Amerîkayê Soya lê bê şandin.”

 

Dr. Selah, dixwest ligel hejmarek veberhênerên Amerîkî, veberhênanê di çandina Soya de bikin û têra navxwe, Iraq û herwiha welatên cîran jî jê berhem bînin û wiha dibêje: “Wek test me dest bi projeyê kiriye. Me zevî ji projeyê re peyda kir, me çend corên Soma çandin, piştî du salan derket ku du cor bo Kurdistanê gelekî baş in. Piştre Amerîkiyan biryar dan dest bi projeyê bikin û pispor û pêdiviyên çandinê anîn, girêbest ligel çend cotkaran jî kirin, kompanyayek bi nave Egrî Soya damezrandin û hat ser wêya wan herdu tovên Soya ji Amerîkayê bînin Kurdistanê, lê berpirsekî Wezareta Kiştûkalî bi hinceta ku ew herdu cor li Iraqê nayên pesend kirin, rê neda me, loma wan ji neçarî çend corên Soma ji Tirkiyê anîn û li Kurdistanê ne serkeftî bûn, berhemê wan nebaş bû, loma ji projeyê vekişiyan.”

 

Sala borî cotkarekî bajarê Helebceyê bi nave Azad Mihemed nêzîka nîv kilo Soya wek ceribandin li nav baxê xwe çand û 30 kîlo berhem jê hilgirtiye. Azad Mihemed wiha dibêje: “Di vê ceribandinê de derket ku ax û ava Helebceyê gelekî baş e bo çandina Soya, bi mercekî wek pêwist Soya bê avdan û navbera her şitlekê nêzîka 30-40 santîm be zêdetir berhem dide.”

 

Li ser heman mijarê Rêveberê Lêkolînên Kiştûkalî li Wezareta Kiştûkal û Çavkaniyên Avê Azûz Ehmed jî nerînên xwe wiha tine ziman: “Me li Herêma Kurdistanê li ser çandina Soyayê lêkolîn kirine. Derket ku av û hewaya Kurdistanê bo çandina Soya gelekî baş e. Lê pirsgirêk ew e ku av û demeke dirêj pêwist e heta berhem rakî, ew nêzîka şeş meh divê.”

 

Azûz Ehmed da zanîn ku sedema Amerîkî ji projeya çandina Soma vekişiyane, mesrefa zêde û nebûna bazarê bûye û got: “Mesele ne destûrnedana wî tovî bû ku dixwestin bînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst