Hewlêr (Rûdaw) – Îro pênşemî 16ê Tebaxa 2018 ligel vekirina bazarên Asyayê, nirxên petrolê û zîv bilind bû, lê nirxên dolar û zêr daketin bi xwe ve dîtin.
Serê sibeha îro piştî vekiriina bazarên Asyayê, nirxê petrolê bi rengê kesk li monîtorên bazarên borsê hat nîşandan û bi bilindbûna nirxê dest bi kirrîn û firotina wê hat kirin.
Di bazarên borsên Asyayê de, îro nirxê her bermîleke petrola Brênt bi rêjeyeke kêm bilind bû û bi 71 dolaran miamele pê hat kirin û petrola xav a Têksasê jî bi 65 dolar û 8 sêntan kirrîn û firotin pê hat kirin.
Ji aliyekî din ve jî buhayê dolarê Amerîkî li hember diravên din ên sereke bi rêjeya ji sedî 12 daket.
Bi vekirina bazaran, nirxê zêr jî di destpêka rojê de bi rengê sor li monîtorên borsan hat nîşandan û nirxê wê daket. Di miamileyên îro yên bazarên Asyayê de, her onseyeke zêr bi 1167 dolar û 10 sêntan kirrîn û firotin pê hat kirin.
Li hember zêr jî nirxê zîv bilind bû û her onseyeke zîv bi 14 dolar û 46 sêntan hat firotin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse