Zêr destpêkê biha bû lê paşê dîsa erzan bû

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Zîv Biha Bazar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr nekarî berdewamiyê bide bihabûna xwe.

Îro, bihayê zêr piştî vebûna bazarên Asyayê bilind bû û derket nêzîkî 4 hezar û 250 dolaran ku asta herî bilind a hefteya borî ye.

Lê belê piştî çend saetan qezencên destpêkê yên bazarê winda kirin.

Niha onsa zêr bi nêzîkî 4 hezar û 213 dolaran tê firotin.

"Kêmkirina faîzê dê bi şert be"

Şîrovekarê bazarên darayî yê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya KCM Tradeyê Tim Waterer li ser rewşa bazarê got:

"Her çi qasî Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) faîz kêm kiribe jî ragihandiye ku hemû kêmkirinên din ên sala bê dê bi şert bin."

Banka Navendî ya Amerîkayê roja çarşemê faîza bankî bi rêjeya ji sedî 0,25 kêm kir lê diyar kir ku kêmkirina zêdetir a faîzê girêdayî daneyên aborî û bi taybetî jî bazara kar a Amerîkayê ye.

Di civîna doh a bankê de, şeş endamên Komîteya Bazara Azad a bankê, ne li gel wê yekê bûn ku faîz were kêmkirin û ji bo sala bê jî ti garantî ji bo kêmkirina faîzê nehat dayîn.

Zîv bilindbûna xwe didomîne

Li hêla din, zîv bilindbûnên xwe yên doh domandin û onseke zîv bi rêjeya ji sedî 0,8an bilind bû û derket 62 dolar û 25 sentan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst