Bihayê zêr û zîv bi hev re bilind dibe

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Zêr Zîv Bazar Biha
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr îro bi bilindbûnê dest pê kir û bihayê zîv jî 61 dolar derbas kir.

Îro onsa zêr nêzîkî 10 dolaran bilind bû û bi 4 hezar û 210 dolaran tê firotin.

Di peymanên paşerojê de zêrê ku dê sibata sala bê were radestkirin bi 4 hezar û 236 dolaran tê firotin.

Li aliyê din, bihayê zîv bi rêjeya ji sedî 5an bilind bû û rekoreke nû ya dîrokî şikand û gihişt 61,45 dolaran.

"Daxwaza ji bo zîv dê zêde bibe"

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya City Indexê Fawad Razaqzada li ser mijarê got:

"Xelk bawer dike ku sala bê di sektora pîşesaziyê de daxwazeke zêde ya ji bo zîv çêbibe.

Bihayê madenan bi awayekî xwezayî ne stabîl e lê eger di dabînkirina madeneke taybet de kêmasî hebe, bihayê wê ji bilî bilindbûnê berê xwe nade aliyekî din."

"Zêr li pey zîv diçe"

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya RJO Futuresê Bob Haberkorn jî got:

"Bihayê zêr niha li pey bihayê zîv diçe û bazirganan behîsa xwe li ser kêmkirina faîzê ya Banka Navendî ya Amerîkayê kiriye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst