Amed (Rûdaw) - Ji ber belavbûna Vîrusa Koronayê herwisa qedexeya hatinûçûnê li Bakurê Kurdistanê, rewşa aborî her ber bi qonaxekî metirsîdar ve diçe. Lê korona jib o hinek kertan jî bûye derfet.
Firineke 42 sali ye li bajarê Amedê ku piştî 12ê îlonê sala kudetayê cara dûyemîn e di nav rojê de jî li ber dergehê wê dora nanê çêdibe
6 firinên nû yên hilberînên nanî jî di 2 mehan de li bajarê Amedê vebûn; lê di mehekî de firotina nanê hemûyan jî wek vê firina 42 salî her %100 zêdebû ye, êdî herkes li mala xwe xwarina xwe çêdike. Herwisa nîgeraniya derketina derve xelkê neçarê bi zêdeyî kirîna nanê dike.
Nîzamedîn Yilmaz, xwediyê firinê, dibêje, “Xelk ditirse ku ew di malê de hefs bimînin û neşên derkevin derve; ji ber wê yekê jî her tiştê bi zêdebûyî distînin, yê ku nanek dikirî niha 2-3 nan dikire û li malê xef dike, ji ber wê yekê jî firotina me zêdebûye.”
Belavbûna vîrusa koronayê û îzolasyona civakî di hînkirinê rojane ya xelkê Bakûrê Kurdistanê de guhertineke mezin peyda kiriye, ji ber ku çayxane, kafeterya, mol û xwaringehên biyanî girtîne û herwisa geşt û seyran jî qedexe ne jiyan hefsê malê bûye
Ji aliyeke din ve egera qedexekirina çûyîn hatinê zextekî li xelkê Amedê kiriye û ew pêdiviyên xwe yên marketên yên roja ne jî her mehane dikirin da ku pêdiviyên xwe misoger bikin
Hemwelatiyê bi navê, Mihemed Tûr, dibêje, “Em neçar in ku zêde bistînin, zarok li malê li bendê ne.”
Hemwelatî Seyfedîn Elmas jî diyar dike, “Em nikarin herin derekî geryanekî, her destê me li ser dilê me ye û em dibêjin ha qedexe hat û ha hat, ji ber wê yekê jî em pêdiviyên xwe bi tomerî distînin.”
Ji 11'ê Adarê, ango ew roja li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tomarkirina yekemîn haleta koronayê vir ve, li marketên Amedê di kirîn û firotina kelûpelan de ji % 300 heta % 700 an zêdêbûn çêbûye
Şêxmûs Mete, Endamê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Amedê, “Savar, birinc, nîsk, meqerne, rûn, şalçe, alavên paqijiyê, lepik, demamik û kelûpelên bi vê rengê gelek hatine firotin, di destpêka vê pêvajoyê de xelkê hicûmê marketan kir, gelek firotin çêbû niha jî gelek zêdebûye; ji ber dawiya heftê qedexeya hatoçûnê heye, xelk ji niha de stokên xwe li malê amade dike.”
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketî û qurbaniyên vîrusa koronayê her zêde dibe, di vê çarçovê de Wezareta Navxwe ya Tirkiyê hatinûçûna wan kesên temenên wan ji 60an berjor û ji 20an berjêr li tevahiya Tirkiye qedexekiriye. Herwisa rojên şemî û yekşemê li 31 bajarên mezin jî qedexeya hatinçûnê ya giştî tê sepandin.



