Veberhênerên Tirkiyê ji derfetên kar ên li Hewlêrê bi hêvî ne

18-03-2019
Gülbahar Altaş
Nîşan Metex Pêşangeh Hewlêr Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Veberhênerên  ku ji Tirkiyê beşdarî duyemîn pêşangeha navdewletî ya geştûguzariyê ya li Hewlêrê bûne dibêjin ku ew ji derfetên kar bi hêvî ne.

 

Duyemîn pêşangeha navdewletî ya geştûguzarê li Hewlêr duh Yekşemê (17.03.2019) bi beşdariya 250 kompaniyên navxwe û biyanî ji 20 welatan dest pê kir. Pêşangeh ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hat vekirin.

 

Armanca ji vê pêşangehê bi bazirganîkirina geştyariyê li Herêma Kurdistanê ye. Ev pêşangeh derfetek e ji bo avakirina pêwendiyan li gel welatan û geşkirina karta geştyarî.

 

Rêveberê Kompaniya Rawêjkarî û Perwerdeya Derve Alper Yapicî ji Rûdawê re diyar kir ku 7 sal in li Herêma Kurdistanê û Iraqê dixebitin.

 

Alper Yapicî wiha got: “Em di warê tomarkirina xwendekarên bo zanîngehên Tirkiyê de kar dikin. Ji Kurdistan û Iraqê bo zanîngehên Tirkiyê eleqeyek baş heye. Yek ji sedemên wê herdu welat cîranên hev in û wekî din jî mirovşn hev in. Gelek kes dixwazin ji Kurdistanê bo perwerdeyê herin Tirkiyê.”

 

Yapicî diyar kir ku perwerdeya li Tirkiyê him bi qalite ye û him erzan e, loma gelek xwendekar dixwazin herin Tirkiyê.

 

 

Karsaz Yusuf Karpkiç jî diyar ku piranî kompaniyên geştyariyê beşdarî pêşangehê bûne û got. “Armanca me ew e ku bi rêya pêşangehê pêşketina li Hewlêrê bi cîhanê biidn nasîn. Kompaniyên ji derve beşdarî pêşangehê bûne dixwazin xwe li Hewlêrê bidin nasîn. Hewlêr bûye navendeke geştyariyê û êdî gelek kompanî dixwazin werin vê derê.”

 

Biryar e, pêşangeh heta 20ê Adarê berdewam be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst