Hevseroka HEDEPê: Tiştên ku Îsraîl tîne serê Filistînê, vê hikûmetê jî anîn serê Kurdan

24-10-2023
RÛDAW
Nîşan HEDEP Tulay Hatîmogullari Îsraîl Tirkiye Filistîn Rojavayê Kurdistanê Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari bangî Hikûmeta Tirkiyeyê kir û got “Tiştên ku Îsraîl tîne serê xelkê Filistînê vê hikûmetê jî anî serê Kurdan. Destê xwe ji axa Sûriye vekişînin.”

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna koma partiya xwe de axivî.

Hatîmogullari di civîna partiya xwe de ji hikûmeta Tirkiyeyê xwest ku demildest hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê vekişînin.

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatîmogullari mijarên di rojeva Tirkiyeyê de nirxandin û rexne li hikûmeta Tirkiyê girtin.

Hatîmogullari got: “Di demjimêrên ku em behsa Filistînê dikin de Rojava jî tê bombekirin.

Hikûmeta AKPê dibêje 'Em li Filistînê aştiyê pêk bînin', lê ev hikûmet ji sala 2011an û vir ve heman tiştên ku Îsraîl tîne serê xelkê Filistînê wan jî anîn serê Kurdan.”

Her wiha Hatimogullari got bila Tirkiye demildest hêzên xwe yên çekdarî ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekişîn e.

Hevseroka HEDEPê Tulay Hatimogullari di beşeke axavtina xwe de wiha got:

“Em ji vir careke din dibêjin; destê xwe ji axa Sûriye vekişînin.

Em ji deshilata AKPê û vê rejîmê re careke din dibêjin; Demildest hemû çekdarên xwe ji bakur û rojhilatê Sûriyeyê vekişînin.

Pirsa Kurd li her çar parçeyan tenê rêya aştiyê û demokrasiyê dikare were çareserkirin.

Eger hûn ji bo Filisitîn, Lîbya û welatên din yên Rojhilata Navîn behsa aştiyê dikin, divê hûn despêkê aştiyê li axa xwe ava bikin.

Hûnê despêkê vê birîna me ya ku xwîn jê tê pirsa Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin ku hûn ji navçeyê re bibin mînak.

Bo dema we got em aştiyê dixwazin gelên din yên navçeyê we cidî bigrin.” 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst