Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê zêr roja înê ji sedî 1,4 zêde bû û her onseke zêr bi 4 hezar û 237 dolaran hat kirîn û firotin.
Zêdebûna hêviyên ji bo kêmkirina faîza bankî ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê (FED) ve, bû sedema bilindbûna bihayê zêr.
Her wiha bihayê zîv jî gihişte asteke nû ya rekorê.
Di nava hefteyekê de bihayê zêr bi rêjeya ji sedî 3,6 û di nava mehekê de jî bi rêjeya ji sedî 5,2 zêde bûye.
Bi vî awayî bihayê zêr ev 4 meh in li ser hev zêde dibe.
Zîv jî rekor şikand
Bihayê zîv jî wekî zêr bilindbûneke berbiçav bi xwe ve dît û onsa wê roja înê ji sedî 6,1 zêde bû û bi 56 dolar û 41 sentan hat firotin.
Di nava mehekê de bihayê zîv ji sedî 16,6 zêde bûye.
Her wiha bihayê zêr di peymanên paşerojê de jî derket 4 hezar û 254 dolaran.
Serokê Beşa Kel û Pel û Madenan a kompanyaya şêwirmendiyê ya TD Securitiesê Bart Melek li ser mijarê got:
"Pêşbînî ew in ku aborî ber bi sistbûnê ve diçe û Banka Navendî jî dê faîzê kêm bike vê yekê daxwaza kirîna zêr zêde kiriye."
Di demên ku rêjeya faîza bankî li ser asteke nizm e, bihayê zêr jî ber bi bilindbûnê ve diçe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse