Bihayê zêr heta bi nêzîkî 4,010 dolaran daket

18-11-2025
RÛDAW
Nîşan Zêr Dolar Amerîka Banka Navendî ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -Ji ber bihêzbûna dolar û kêmbûna hêviyên ji bo kêmkirina faîza bankê ya li Amerîkayê bihayê zêr zêdetir daket.

Vê sibehê piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê onseke zêr daket 4,010 dolaran.

"Bihayê dolar bilind e"

Şîrovekarê Kompanyaya Şêwirmendiyê ya Marexê Edward Meir li ser mijarê got, "Îro bihayê dolar bilindtir e û îhtimala kêmkirina faîza bankê ya meha bê kêm bûye."

Bihêzbûna dolar a di rojên dawî de kirîna zêr ji bo welatên din zehmettir kiriye.

Ev yek bûye sedem ku daxwaza li ser zêr kêm bibe û bihayê wî dakeve.

Alîkarê Serokê Banka Navendî ya Amerîkayê Philip Jefferson ragihand ku divê banka bi hişyarî nêzîkî kêmkirina faîzê bibe, bi taybetî tê payîn meha bê careke din faîz bê kêmkirin.

Faîza kêm a bankê di berjewendiya zêr de ye. Ev yek dolar lawaz dike û dibe sedema bilindbûna bihayê zêr û madeyên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst