Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê petrolê piştî bilindbûna doh a ji ber aloziyên jeopolîtîk, îro hinekî daket lê bermîla petrola brent hîn jî ji 70 dolarî bêhtir e.
Bihayê petrolê îro piştî vebûna bazarên Asyayê daket.
Doh ji ber fikarên bazirganan ên li ser îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê, bihayê petrolê ji sedî 4 bilind bûbû.
Bihayê bermîla petrola brent a Deryaya Bakur 12 sentan daket û bermîl bi 70 dolar û 23 sentan hat firotin.
Bihayê petrola sivik a Teksasê (WTI) jî bi heman rêjeyê daket û bermîla wê bi 65 dolar û 11 sentan hat firotin.
Her du cureyên petrolê roja çarşemê ji sedî 4 biha bûn û gihiştin asta herî bilind a piştî 30ê Kanûna Paşîn a îsal.
Li gorî hinek raporên medyaya Amerîkayê, her du aliyan ragihandiye dan û standinên li Cenevreyê berhemdar bûne lê dîsa jî îhtimala êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê zêde ye.
Şîrovekarê şîrketa şêwirmendiyê ya Nissan Securitiesê Hiroyuki Kikukawa li ser mijarê got:
"Nakokiya navbera Washington û Tahranê xurt bûye lê hîn îhtimala derketina şerekî gelekî mezin kêm e.
Ji ber vê yekê bazirganên petrolê bi baldarî guherînên jeopolîtîk dişopînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse