Kîloya zîv bi 1,648 dolaran e

20-11-2025
Nîşan Zîv Ons Kîlo Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro onsa zîv bi 51,28 dolaran e û kîlo jî bi 1,648 dolaran e.

Doh onseke zîv gihiştibû 52,30 dolarî jî lê pişt re beşek ji destkeftiyên xwe ji dest dabû.

Bilindbûna bihayê zîv piştî ku notên civîna Banka Navendî ya Amerîkayê hatin belavkirin sînordar bû.

Ew not nîşan didin ku endamên komîteya siyaseta diravî ya bankê li ser kêmkirina rêjeya faîzê ya di meha bê de ne li hev in.

Berpirsên bankê dilgiran in û di navbera du kelemên lawaziya bazara kar û berdewamiya bilindbûna enflasyonê de mane.

Niha bazirgan îhtimala kêmkirina rêjeya faîzê wekî ji sedî 30 dinirxînin.

Beriya belavbûna notan ev rêje ji sedî 50 bû.

Li Amerîkayê îro saet 16:30î (bi dema Kurdistanê) amarên kardariyê yên sektora taybet û amarên bêkariyê yên îlonê tên belavkirin.

Hikûmeta Amerîkayê hefteya borî amarên enflasyonê yên îlonê belav nekiribûn û ragihandibû ku ji ber "girtina hikûmetê" wan nikarîbû amarên enflasyonê kom bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst