Rosneft li sê navçeyên Duhokê dest bi kar dike

23-07-2018
RÛDAW
Nîşan Rosneft. Kurdistan Duhok Petrol
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Nûnerê kompaniya Rosneft a Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê ligel berpirsên îdareya parêzgeha Duhokê civiya.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, civîna wî berpirsê Rosneftê li gel rayedarên parêzgeha Duhokê ji bo gotûbêjkirina derbarê destbikarbûna wê kompaniya petrolê li bîrên petrolê yên wê parêzgehê de ye.

 

Biryar e di meha bihê de, kompaniya Rosneft li sê bîrên petrolê yên parêzgeha Duhokê dest bi kar bike û tê pêşbînîkirin ku rojane 180 hezar bermîlên petrol berhem bihîne.


Cîgirê Parêzgarê Duhokê, Behzad Elî Adem ku beşdarî civîna bi nûnerê Rosneftê re bûye, ji Rûdawê re ragihand, wan ligel nûnerê kompaniya Rosneftê behsa rêkarên îdarî kirine, biryar e di çend rojên bihê de kampên xwe li wan cihên ku kar têde bikin, danin.

 

Behzad Elî Adem got, kompaniya Rûsî ya Rosneft dê li sê cihan kar bike, ew jî navçeya Batlî li qezaya Sêmêl, devera Zawîte li sînorê qezaya navendî ya Duhokê û navçeya Sersing û Çemankê li qezaya Amêdiyê ne.

 

Yekemîn cihê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrolê jê berhem anî, zeviya Tawkê li qezaya Zaxo bû.


Li gor gotina cîgirê parêzgarê Duhokê niha 5 kompanî petrolê li sînorê parêzgeha Duhokê kar dikin, ew jî kompaniyên DNO, ExxonMobil, Gulf Keyston, HKN û kompaniya Kar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst