Mesrûr Barzanî: Em amade ne bi Bexdayê re li ser yasayeke nû ya petrolê biaxivin

26-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Îraq Petrol Kurd Sûriye PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku Herêma Kurdistanê amade ye bi Hikûmeta Îraqê re li ser yasayeke nû ya petrol û gazê gotûbêjê bike.

Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe ya bi rojnameya Şerqê re gelek mijarên taybet bi pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din anîn rojevê.

Serokwezîr ragihand ku Herêma Kurdistanê “hewl dide bi Bexdayê re hevaheng be da ku ji bo hinartina petrola herêmê çareseriyekê bibîne.”

Li gorî lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku Lijneya Wezîran a Îraqê 17ê Tîrmehê pesend kir, Herêma Kurdistanê dê hemû petrola xwe ya ku niha hildiberîne radestî Kompanyaya SOMOyê bike ku rojane bi 230 hezar bermîlan tê texmînkirin, 50 hezar bermîlên din jî ji bo pêdiviyên navxwe û berhemên petrolê bi kar tîne.

Her wiha dê mehane 120 milyar dînarî wekî berhemên nepetrolî radestî Bexdayê bike.

"Êriş bi îmzekirina peymanên bi kompanyayên Amerîkayê re hevdem bûn"

Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dizanin kî li pişt wan êrişên ku bi dronan li ser binesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê hatin kirin heye lê ew li benda encamên lêkolînan in.

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman, “Êriş bi îmzekirina peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bi kompanyayên Amerîkî yên warê enerjiyê re hevdem bûn.”

Mesrûr Barzanî got, "Amerîka hevpeymana me ye û em derbarê êrişên li ser binesaziya me ya petrolê agahiyên îstixbaratê bi hev re parve dikin.

Çimkî hinek ji wan rafîneyên ku êriş li wan hatiye kirin, ji aliyê kompanyayên Amerîkî ve tên birêvebirin."

Her wiha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hevkariya bi Siûdiyê re xwe amade nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku pêwendiyên dîrokî yên her du aliyan hene.

Êrişên li ser binesaziya petrolê ya Herêma Kurdistanê bûn sedem ku rojane hilberîna nêzîkî 140 heta 150 hezar bermîl petrol were rawestandin ku bi bihayên niha ziyana rojane bi qasî 10 milyon dolarî tê texmînkirin.

Êrişan 14ê Tîrmehê dest pê kir û çar rojan li pey hev berdewam kir û ev yek bû sedem ku li gelek kêlgehên sereke yên petrolê hilberîn ji nîvî zêdetir kêm bibe.

Mijara mûçeyê

Mesrûr Barzanî derbarê mijara mûçeyê de, rexne li wê yekê girt ku Hikûmeta Îraqê mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê "wekî karta zexta siyasî di nakokiyên di navbera her du aliyan de bi kar tîne" û diyar kir ku "ev binpêkirineke destûrî ye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, "Gelekî cihê xemgîniyê ye ku mûçeyê xelkê bibe karteke siyasî yan jî cihê nakokiyê di navbera Bexda û Hewlêrê de.

Li gorî yasa û destûrê, mafê xelkê ye ku mûçeyê xwe bêyî derengî û pirsgirêk wergire.

Bikaranîna mûçeyê xelkê wekî zexteke siyasî nayê qebûlkirin. Me dît ku mûçe sê mehan dereng ket, di çend rojên borî de mûçeyê meha Gulanê hat dayîn."

Serokwezîr her wiha got, "Wezareta Darayî ya li ser asta federal dest werdide hûrgiliyên mûçe û budceya Herêma Kurdistanê û ev yek jî binpêkirina destûr û mafên Kurdistanê ye.

Çareseriya herî destûrî ew e ku di yasaya budceya bê de em li ser budceyek diyarkirî ji bo Kurdistanê li hev bikin."

"Bexda xwedî îradeyeke siyasî nîne ku Madeya 140 bi cih bîne"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di hevpeyvîna xwe de behsa çend pirsgirêkên din ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got:

"Bexda hemû kartên zextê yên berdest ji bo paşguhxistin û lawazkirina Herêmê bi kar tîne, astengiya herî mezin a li pêşberî pêwendiyeke baş a bi Bexdayê re nebûna îradeya siyasî ye."

Mesrûr Barzanî hêvî xwest ku Bexda serkeftinên Herêma Kurdistanê wekî serkeftina hemû Îraqê bibîne û got:

"Bexda xwedî îradeyeke siyasî nîne ku Madeya 140î ya taybet bi Kerkûkê bi cih bîne."

"Kurd dixwazin posta serokkomariyê para wan be"

Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di beşeke axaftina xwe de bal kişand ser para Kurdan a di desthilata Îraqê de û tekezî li ser wê yekê kir ku "Kurd dixwazin posta Serokkomariya Îraqê para wan be."

Derbarê proseya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got:

"Em piştgiriyê didin însiyatîfa aştiyê û gotûbêjên di navbera Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de."

"Divê Sûriye derî li ber Kurdan veke"

Mesrûr Barzanî behsa pirsgirêkên herêmî kir û derbarê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de got:

"Pêwîst e Hikûmeta Sûriyeyê derî li ber Kurdan veke û daxwazên wan bi cih bîne."

Mesrûr Barzanî her wiha got, "Em hêvîdar in ku qonaxeke nû ya aramiyê li herêmê dest pê bike.

Her têkçûneke ewlehiyê ya li herêmê, dê encamên wê yên neyînî li ser hemû aliyan hebin."

"Em ne beşek ji pirsgirêka di navbera Îsraîl û Îranê de ne"

Derbarê şerê 12 rojî yê di navbera Îsraîl û Îranê de yê meha Hezîrana borî jî got:

"Em ne beşek ji pirsgirêka di navbera Îsraîl û Îranê de ne û em piştgiriya ti şerî jî nakin.

Kurdistan rêzê li pêwendiyên xwe yên bi welatên cîran re, bi taybetî jî Îranê re digire. Em dê ti carî nebin çavkaniya gefê ji bo ti welatekî cîran."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst