Qamişlo (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê nirxê kelûpelan ne cîgire, û ev demeke nirxê Lîreya Sûriyê li hemberî Dolar erzan bûye, û dahata xelkê jî weke xwe ye, lê nirxê kelûpelan û alavan bilind dibe.
Hevserokê Rêveberiya Temwîna Qamişlo Remadan Hesen ji Rûdaw re ragihand, ji ber ku pabendî nirxê kelûpelan nebûne, tenê di vê mehê de 380 kes hatine cezakirin.
Hebûna krîza abûrî li Rojavayê Kurdistanê, bi ser de jî, daketina bihayê lîyreya Sûrî, li beramber dolar, ku li wê derê gelekî tê bikaranîn, bandoreke mezin li ser tevgera kirîn û firotinê û bazirganiyê û debara jiyana welatiyan dike.
Fermanberê Hikûmeta Sûriyê Enes Îbrahîm dibêje: “Nirxê fêkî di lîsta temwînê de ji yê bazarê erzantir in, lê ya şînkatiyan di bazarê de ji yê temwînê baştir in.”
Xwediyê firne Îbrahîm Ezeldîn jî got: “Giraniya heye heta dibêjî bes e. Dema tişteke bikirî 100 lîreyê Sûrî be, piştî nîv saet din dibe 200 lîre. Êdi dolar erzan bibêje nirxê tiştan erzan nabe.”
Cezayên Qeyser li milekî û rewşa dergehên sînorî û qedexeya hatinûçûnê li milê din, tevan bi hev re bandor xistiye ser nirxê kelûpelên xwarinê.
Hinek cureyên fêkî bi yekcarî peyda nabin. Firoşkar dibêjin ew hinek tiştan ji neçarî ne li gor nirxên temwînê didin.SB
Firoşya Silêman Mîrza jî got: “Kîloya kîsan bi 3 hezar lîreyê Sûrî ye, lê hin made hene 120 lireyên Sûriyî ne û ji me re tiştek namîne ji xwe nirxê kîs tenê 30 lîre ye, ji ber wê yekê em jî 20 lîreyan ji xwe re diavêjin ser.”
Buhabûna ku li navçeyên Rojavayê Kurdistanê heye, ne tenê di bilindbûna nirxan de ye, lê di hebûna cudabûnê de ye, di navbera nirxên ku temwîna Rêveberiya Xweser datîne, û nirxên ku dukandar û bazirgan kelûpelan pê difiroşin
Destaya Temwînê ku bi berdewamî çavdêriya sûk û bazaran dike, dema ku nirxan destnîşan dike bihayê dolar li ber çav digire ji ber ku bazirgan bi dolar kelûpelên xwe dikirin, tevî vê yekê jî bêtirî 300 binpêkariyan di vê mehê de tomar kirin.
Hevserokê Rêveberiya Temwîna Qamişloyê Remazan Hesen jî got: “"Ser astê kantona Qamişlo zêdeyî 380 ceza hatine derxistin. Piraniya wan ji ber cudahiya nirxan bûye.”
Li Rojavayê Kurdistanê xelk dahata xwe bi pereyên Sûrî werdigirin û her tiştî li gor dolar dikin, nirxê lîreyê Sûrê jî ne cîgir e, lewma dikevin bin timaya bazirganan.



