Hewlêr (Rûdaw) - Daketina tund a bihayê zêr didome. Grama zêr ku 29ê Kanûna Paşîn a 2026an derketibû ser 157 dolaran (8 hezar lîreyên Tirkî) û rekor şikandibû, 20ê Çiriya Paşîn a 2026an daket binê 118 dolaran (6 hezar lîreyan).
Zêr di nava 8 rojên dawî de bi rêjeya ji sedî 14 daket û gihîşt asta herî nizm a 14 mehên dawî.
Grama zêr ku 19ê Çiriya Paşîn derketibû asta herî bilind a 120,3 dolaran (6 hezar û 97 lîre), îro (20ê Çiriya Paşîn) demjimêr 07:00an li dora 113,8 dolaran (5 hezar û 770 lîre) hat kirîn û firotin.
Sedemên daketina bihayê zêr
Di erzanbûna bihayê zêr de xurtbûna dolarê Amerîkayî û çaverêkirinên li ser polîtîkayên Banka Navendî ya Amerîkayê (Fed) bi bandor bûn.
Sala 2025an hebûnên fonên veberhênanê yên borsayê yên bi ser zêr ve (ETF) bi qasî 800 tonan zêde bûbûn û 89 milyar dolar ketibû fonên gerdûnî yên zêr ku ev rekorek bû.
Lê belê ji destpêka sala 2026an ve rewşeke cuda li bazara zêr derket holê. Tê diyarkirin ku piştî destpêkirina şerê li Rojhilata Navîn taybetmendiya zêr a wekî "sitargeha ewle" lawaz bûye û veberhêner ji bo dabînkirina pêdiviya diravên neqd berê xwe dane firotina zêr.
Firotina zêr a bi vî awayî ya bilez bû sedem ku li ser bihayê wî guherîneke mezin a daketinê çêbibe.
Onsa zêr di nava rojê de daket asta herî nizm a ji Îlona 2025an ve û bû 3 hezar û 540 dolar.
Grama zêr piştî 13 salan daket
Di daketina bihayê zêr de zêdebûna qîmeta dolar û pêşbîniyên li ser faîza Fedê bûn diyarker.
Bi vê daketinê re grama zêr ji sala 2013an ve cara yekem di berhevdana salane de erzantir bû.
Bihayên rojane yên zêr
Tevgera li bazara navxwe û ya derve ji aliyê xelkê û veberhêneran ve ji nêzîk ve tê şopandin.
Îro (20ê Çiriya Paşîn) demjimêr 07:00an bihayên firotinê yên zêr wiha ne:
Grama zêr: 114 dolar (5 hezar û 777 lîre)
Çaryek: 191,6 dolar (9 hezar û 709 lîre)
Nîv: 382,5 dolar (19 hezar û 383 lîre)
Zêrê temam: 791,3 dolar (40 hezar û 96 lîre)
Zêrê Komarê: 763,3 dolar (38 hezar û 678 lîre)
Gremse: 1,984,3 dolar (100 hezar û 549 lîre)
Onsa zêr: 3 hezar û 546 dolar



