QAMIŞLO - Hişkesaliya xedar derba xwe li ajeldariyê jî xistiye

26-06-2025
Hisên Omer
Bazara Ajelan a Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Bazara Ajelan a Qamişloyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Qamişlo Ajel Êm Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bazara Ajelan a Qamişloyê ajel pir in lê tevgera kirîn û firotinê kêm e.

Hişkesaliya dijwar û xedar û kêmiya berhemên çandiniya îsal ziyaneke mezin gihandiye sektora ajeldariyê û her wiha jî bazirganiya bi ajelan.

Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji bazirgan û xwedîkerên ajelan wergirtine, êm pir biha bûye û tevgera kirîn û firotinê pir sar bûye.

Li Qamişloyê bihayê genim, ceh, kalpik, garis û kayê wiha ye:

  • Tonek genim bi 370 dolarî ye
  • Tonek ceh bi 340 dolarî ye
  • Tonek kalpik bi 340 dolarî ye
  • Tonek garis bi 340 dolarî ye
  • Tonek ka bi 120 dolarî ye

“Bijîşk şîretan li me dikin ku em ajelan vaksîn nekin”

Mûnîr Ehmed Çaçan li Qamişloyê bazirganiya ajelan dike.

Wî ji Rûdawê re got ku “Îsal saleke pir xirab e” û ji bi bilî bihabûna êm, çend zehmetiyên din jî li pêşiya ajeldaran hene û xwe li axaftinê berda:

“Îsal ji bo milet û bazirganan saleke xirab bû. Baran nehat û mewsîm nehat û êm jî biha ye.

Vaksînên ajelan jî xirab in û ziyanê digihînin ajelan. Bijîşk şîretan li me dikin ku em ajelan vaksîn nekin çimkî vaksîn xirab in.

Em wan bi pereyên xwe dikirin û ziyan jî li ajelên me dibe.

Derbarê baziragiyê jî, bazirganiya me bi Herêma Kurdistanê û bajarên Sûriyeyê re ye."

Li gorî agahiyên ku me ji ajeldarên herêmê wergirtine, li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê 425 xanên ajelan hene.

Her wiha 600 xanên ajelan jî li derveyî Qamişloyê, li herêmê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst