Navenda Nûçeyan - Siyasetmedarê Kurd û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Tehranê Dr. Celal Celalî rexne li polîtîka hikûmeta Îranê ya li ser Kurdan girt û got ku baca bazirganiya ser sînor li ser herêmên ku Kurd li dijîn tesîreke neyînî çêdike.
Siyasetmedarê Kurd û Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Tehranê Dr. Celal Celalî di daxuyaniyekê de got ku sekinandina bazirganiya baholan a ku li ser sînor dihat kirin dê di nav gel de bibe sedema pirsgirêkên civakî.
Dr. Celal Celalî yê akademîsyen û parlamenterê Sineyê yê berê daxuyaniyek li ser nameya parlamenterên Kurd ên ku ji bo krîza herêmê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re nivîsîbûn axivî û wiha got: "Herçiqas Mihafizên Şoreşê, hêzên ewlehiyê yên sînor û Wezareta Îdareya Gumruk û Bazirganiyê ji sînoran berpirsyar be jî, dibe ku ev name tesîrekê bike. Divê li herêmê çareseriyên mayînde bên dîtin. Hikûmet divê fabriqeyan veke û bêkariyê çareser bike. Hikûmet divê xerc û bacên bona derketina derva daxe û şibiya berê ji bo bazirganiya sînor rêyekê veke. Bi xêra vê miletê debara xwe bike."
Celalî got gelê ku li bajarên Bane, Serdeşt û Pîranşehra sînor dijîn li gor qanûnan dikarin bi bazirganiya baholan debara xwe bikin û wiha domand: "Îro bihayê bacê derxistine 220 hezar tumenî (bi qasî 50 dolarî). Piştî vê zêdebûnê esnafên herêmê bi pirsgirêkên mezin re rûbirû man."
Celalî diyar kir merovên ku li herdu aliyê sînor dijîn eqrebayên hev in û got di salekê de kesên ku du yan jî sê caran ji sînor derbas bibin dê ji 500 tumenî zêdetir pereyî bidin û ev jî dê li ser jiyana van welatiyan tesîreke neyînî çêbike.
Akademisyênê Kurd destnîşan kir ku bi taybet piştî şerê Îran û Iraqê gelek Kurdên ku li eyelatên Kirmanşan û Kurdistanê dijiyan ji ber bêkariyê koçî herêmên din ên jî welatên derva kirine û wiha dewam kir: "Ciwanên me li saziyên dewletê nayên îstixdamkirin. Ev jî herêmê paşve dihêlê. Di salên dawî de nifûsekî bi qasî 100 hezar kesî ji eyaleta Kurdistanê koç kiriye û nifûsê herêmê daketiye. Di encamê de ev rewşa xirab li herêmê bûye sedema bikaranîna hişbirê, koçberî û gendeliyê. Ji ber rewşa aboriyê hin jin û mêran jî hevdu berdane, malbat belav bûne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse