Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdpayê ragihand ku termên 4 welatiyên ji Mehabadê yên ku di xwenîşandanên Tehranê de hatibûn kuştin, vegerandin bajarê wan.
Li gorî agahiyan, du ji kuştiyan xwişk û birayên hev in û hêzên ewlehiyê ji bo radestkirina termê qurbaniyekê daxwaza pereyan kiriye.
Ji kesên ku hatine kuştin du jin û du mêr in. Di nav wan de xwişk û birayek hene ku paşnavê wan "Ayazî" ye.
Her wiha qurbaniyeke din jî keçeke bi paşnavê "Mehmûdzade" ye ku dayîk û bavê wê hatine girtin.
Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê ji bo radestkirina termê wê, ji xizmên wê daxwaza pereyan kiriye.
“Hejmara Kurdên hatine kuştin zêdetir e”
Li hêla din, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
“Hejmara Kurdên ku di xwenîşandanên dawî de hatine kuştin ji ya ku heta niha hatiye belavkirin gelekî zêdetir e û tîmên me mijûlî piştrastkirina agahiyan in.”
Li gorî amarên Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), heta roja duşemê li seranserê Îranê 648 xwenîşander hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Xwenîşandan li 28 parêzgehan belav bûn
Xwenîşandanên li Îranê, 28ê Kanûna Pêşîn a 2025an ji ber giranî û xirabûna rewşa aborî, bi greva esnafan a li Tehranê dest pê kir û piştre li 28 parêzgehên Îranê belav bû.
Welatên wekî Amerîka Almanya, Brîtanya û Fransayê piştgiriya xwe ji bo xwenîşanderan nîşan da.
Li aliyê din, rayedarên Tehranê îdia dikin ku "destên derve" di pişt rûdanan de hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse