Kurdan ji 12 kursiyên parêzgeha Urmiyeyê 7 bi dest xistin

02-03-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, Kurdan di hilbijartinên parlamentoya Îranê de ji 12 kursiyên parêzgeha Urmiyeyê 7 bi dest xistin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên parlamentoyê bi rê ve çûn.

Kurdan li seranserê Urmiyeyê ji 12 kursiyên parlamentoyê 7 bi dest xistin

Li navenda bajarê Urmiyeyê ji 3 berbijêrên serketî, 2 Kurd in.

Bi wê sedemê xelkê li wî bajarî daket ser cadeya û keyfxweşiya xwe nîşan da.

Piştre henek alozî derketin.

Çavkaniyekê ji Umriyeyê ji Rûdawê re got, alîgirên berbijêrekî Azerî ji bo gencên Kurd astengî çêkirin û henek rewş aloz bû.

Bi gotina heman çavkaniya Rûdawê piştre hêzên ewlehiyê jî midaxele kir.

Parlamenterên serketî yên Kurd jî ji wan Kurdan xwest ku vegerin malên xwe û rewşê aram bikin.

Li 3 bajarên ku Kurd û Azerî bi hevre dijîn, 4 berbijêrên Kurd bûn parlamenter.

Ew jî li bajarên Urmiye 2 Kurd, li Makoyê ku yek kursiyê wî heye ew jî bû pişka Kurdan.

Herwiha kursiyên Şino û Nexedeyê Kurdan bi dest xistin.

Yekem car e ku Kurdek dibe Parlamneterê bajarê Makoyê û  cara yekem e jineke Kurd li bajarê Urmiyê bû parlamenter.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst