Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa dewletê ya lêgerîn û hilberîna enerjiyê Hevbeşiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) dê li Çiyayê Katoyê li petrolê bigere.
Li navçeya Şaxê ya Wanê, xebatên lêgerîna petrolê yên ku ji aliyê TPAOyê ve hatine destpêkirin, didomin.
Li Çiyayê Kato yê bi bilindahiya 2 hezar û 700 metreyî ku dikeve navbera navçeyên Şaxê ya Wanê, navçeya Elkê ya Şirnexê û Berwarî ya Sêrtê, birca sondajê ya petrolê hat danîn.
Serokê Rêxistina AK Partiyê yê Wanê Abdulahat Arvas şantiyeyê ziyaret kir û derbarê xebatan agahî wergirt.
Abdulahat Arvas derbarê xebatên lêgerîna petrolê de daxuyanî da.
“Çiyayê Katoyê ji bo me xwedî wateyeke mezin e”
Arvas anî ziman ku "wateyeke girîng" a Çiyayê Kato heye û got:
“Em li Çiyayê Katoyê, li cem birca lêgerîna petrolê ya TPAOyê ne. Ev herêma ku bilindahiya wê nêzîkî 2 hezar û 700 metre ye, dikeve xala hevgirtina parêzgehên Wan, Şirnex û Sêrtê.
Çiyayê Katoyê ji bo me xwedî wateyeke mezin e. Li ser van axan ku çek bêdeng bûne, bêhna barûtê nayê û hewaya biratiyê lê heye, tevî ku em ne welatekî dewlemend ê petrolê ne jî em bi derfetên xwe yên neteweyî û xwecihî xebatên xwe yên lêgerîna petrolê didomînin."
Arvas diyar kir ku xebat li herêmê didomin û wiha pê de çû:
"Di bin serokatiya Serokkomarê me yê birêz û pêşengiya Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî de, TPAO gihîştiye kûrahiya 2 hezar û 800 metreyan.
Sondaja plankirî dê heta 5 hezar metreyan bidome. Di encama lêkolînên sîsmîk de, înşallah dê li vê herêmê petrol bê dîtin.
Eger petrol bê dîtin, dê navçeya Şaxê ya Wanê jî şên bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse