Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê da zanîn ku zêdeyî pênc sal e hikûmeta Iraqê pereyên petrodolar bo Kerkûkê xercnekirine û got: "Diviyabû niha Kerkûkî ji bo mafên xwe wek xelkê Besrayê li ser cadeyan bûna."
Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku pênc sal û meheke hikûmeta Iraqê pereyên petrodolar bo Kerkûkê xercnekirine û vêya jî pirsgirêkeke mezin ji Kerkûkiyan re derxistiye û got: "Diviyabû niha Kerkûkî bo mafên xwe wek xelkê Besrayê li ser cadeyan bûna, lê mixabin rewşa Kerkûkê rewşeke wiha ye ku kes nikare bo xizmetguzariyên serekî jî xwepêşandanê bike."
Ehmed Eskerî behsa wê yekê jî kir ku berî bûyerên 16ê Cotmeha 2017ê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 10 milyon dolar wek pereyên petrodolar didan Kerkûkê û bi wan pereyên Herêma Kurdistanê çend projeyên gelekî baş hatine temamkirin.
Berhema rojane ya petrola Kerkûkê 300 hezar bermîl e û li gor yasayan jî divê ji firotina her bermîlekê 5 dolar bo Kerkûkiyan bên xerckirin, lê wek Ehmed Eskerî amaje pê da, zêdeyî pênc sal dibe Bexdayê ew pere bo Kerkûkiyan xercnekirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse