Serok Barzanî têkildarî Kerkûkê: Dê berdêlên giran ên rijandina xwîna zarokên me hebin

02-09-2023
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Serok Barzanî Xwepêşandan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser xwepêşandanên Kerkûkê got: “Dê berdêlên giran ên rijandina xwîna zarokên me hebin.”

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Kurdan li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xist.

Di xwepêşandanên Kurdan de kesek hat kuştin û 8 kes jî birîndar bûn.

“Rewşeke gelekî metirsîdar li Kerkûkê çêkirine”

Serok Mesûd Barzanî li ser rewşa Kerkûkê daxuyaniyek da û got:

"Ev çend roj in, li Kerkûkê hinek alî, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) asteng dikin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin welatî jiyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin.

Ew rê nadin welatî jiyana xwe ya asayî bijîn û rewşeke gelekî nebaş û metirsîdar ji bo xelkê Kerkûkê çêkirine.”

“Ev  ji bo derxistina fitneyê hewldanek e”

Serok Barzanî diyar kir ku wan her tim xwestiye Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û yekrêziya di navbera pêkhateyên bajêr de û wiha pê de çû:

“Lê ev serederiya nebicih û neyasayî, hewldanek ji bo derxistina fitne û têkdana pêkvejiyanê ye.

Sosret e ku di çend rojên borî de hêzên ewlehiyê û polîsên Kerkûkê rê li ber alozî û kiryarên neyasayî yên astengkaran negirtine.”

“Xwîna ciwanên Kurd hat rijandin”

Serok Barzanî da zanîn ku hêzên Îraqê li Kerkûkê tundûtûjiyê li dijî xort û xwepêşanderên Kurdên Kerkûkê bi kar tîne û xwîna ciwanên Kurd hat rijandin û got:

“Ev serederî nayê qebûlkirin û dê encamên gelek xirab bi xwe re bîne, rijandina xwîna zarokên me li Kerkûkê dê berdêlên wê yên giran hebin.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî got:

“Ez bang li Serokwezîrê Îraqa Federal dikim ku dawî li van astengî û aloziyan bîne û dawî li zilm, cudahî û astengiyan bîne.

Ev ji ber ku rasterast pêkvejiyan û aramiya Kerkûk û navçeyên din dike armanc.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst