کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Wênekêşekî Kurd li Amerîkayê xelata 'Wêneyê Herî Baş' wergirt

Dewran Mehmûd

Dewran Mehmûd

23-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dewran Mehmûd
Dewran Mehmûd23-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Xêro Abbas li Amedê derdikeve ser dikê
Çand û Huner22-11-2026

Xêro Abbas li Amedê derdikeve ser dikê

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand
Çand û Huner22-11-2026

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand

Hewlêr (Rûdaw) - Wênekêşê Kurd Mistefa Hekîm bi wêneyê otomobîlekê yê li zozanên Balekayetiyê yên ser bi qezaya Çomanê ve, di Festîvala Navneteweyî ya Motor Film Awardsê ya li bajarê Los Angelesê yê Amerîkayê de xelata “Wêneyê Herî Baş” wergirt.

Mistefa Hekîm bi vê serkeftinê navê xwe wekî yekem fotografêrê Kurd di dîroka vê pêşbirka navneteweyî de tomar kir.

Fotografêrê xelatkirî Mistefa Hekîm di beşa "Dîmenên Şevê û Wêneyên Abstrakt" (Nightscapes & Abstract) de beşdarî pêşbirkê bû.

Wî di nav beşdarên 15 welatên cîhanê de ku Brîtanya, Amerîka, Kanada û Meksîka jî di nav wan de bûn, li ser asta cîhanê pileya yekem bi dest xist.

Şevên li ber Gola Kanî Reşê

Mistefa Hekîm bû mêhvanê bultena Rûdawê ku Nalîn Hesenê pêşkêş dike û hûrgiliyên çawaniya kişandina wênê eşkere kirin.

Mistefa Hekîm ragihand ku wêne li Gola Kanî Reş a li binara Çiyayên Hesarî Sekran û li beramberî Geliyê Pirjê yê li devera Balekayetiyê hatiye kişandin.

Mistefa Hekîm li ser kişandina wênê wiha got, “Wêne 27ê Tîrmehê demjimêr 02:00ê şevê hatiye kişandin. Ez bi tenê û bi hemû amûrên xwe çûm wê navçeya dijwar.

Ji ber tarîtiya tam a navçeyê û sermaya dijwar, nêzîkî 4-5 demjimêran derbas bûn heta ku min karî bi teknîka 'flash photography'ê dîmenê bikişînim.”

Xuyabûna Rêya Kadizê bêyî hişê çêkirî

Hekîm li ser fikra wî wênê diyar kir ku ew gelek şevan li bendê maye heta ku hewa bi temamî zelal bûye.

Bi gotina wî, Rêya Kadizê li asman tenê di çend şevên kêm û diyarkirî yên salê de bi zelalî tê dîtin û ji bo wê pêwîstî bi dûrketina ji her cure ronahiyeke çêkirî heye.

Mistefa Hekîm tekez kir ku mercê sereke yê dadwerên festîvalê reseniya wênê bû û got:

“Min ti cure hişê çêkirî (AI) bi kar neaniye. Hemû stêrk, Rêya Kadizê û otomobîl ji sedî 100 rastî ne û min tenê ji aliyê rengan ve destkarî kiriye. Eger hişê çêkirî tê de hebûya, ji aliyê komîteya dadweran ve dihat redkirin.”

“Armanca min danasîna xwezaya Kurdistanê ye”

Wênekêşê Kurd amaje bi wê yekê kir ku armanca wî ya sereke ya ji kişandina vê tabloyê ew bû ku wekî Kurdekî berhema wî bigihîje asta cîhanî.

Wî da zanîn ku xwestiye bi rêya têkelkirina otomobîl û çiyayên Kurdistanê, bedewiya asman û xwezaya welêt bi cîhanê bide nasîn.

Mistefa Hekîm xwediyê arşîveke berfireh a zêdetirî 10 hezar wêneyan e.

Wî behsa wê yekê kir ku hêviya wî ya mezin vekirina pêşangeheke taybet a li Kurdistanê û derveyî welêt e.

Hekîm li ser projeya xwe ya paşerojê jî wiha got:

“Ez dixwazim careke din bi şev di nav xwezayê de bixebitim lê vê carê bi fikreke cuda.

Ez dixwazim wêneyê otomobîleke klasîk a kevn û kesekî bi cilên Kurdî bi hev re bikişînim da ku mohreke resen a Kurdewarî bi zelalî li ser wênê diyar be.”

Nûçeyên Têkildar

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman
Çand û Huner22-11-2026

Çîroka ‘Sînanê Kirîv’ bû roman

Xêro Abbas li Amedê derdikeve ser dikê
Çand û Huner22-11-2026

Xêro Abbas li Amedê derdikeve ser dikê

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand
Çand û Huner22-11-2026

Pirtûka wêneyan a Hesen Mela li Almanyayê 'Xelata Zîvîn' stand

Pirsên