Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, çîroka evîna nîvcomayî ya Sînan û Sakîneyê ku bi nifşan e li herêma Qerejdaxê tê vegotin, bû roman.
Rojnameger û nivîskar Mevlut Bayraktar piştî lêkolîn û xebata zêdetirî du salan ev çîroka evînê kir roman û bi zimanê Tirkî gihand ber destê xwîneran.
Çîroka trajîk a van her du ciwanên Kurd ên ji du baweriyên cuda, derdora salên 1950yî li herêma Qerejdaxê derbas dibe.
Roman ji aliyekî ve behsa astengiyên li pêşiya evîna wan dike û li aliyê din jî çand, kevneşopî û pêwendiyên civakî yên navçeyê bi berfirehî radixe ber çavan.
Çîroka ku di kilamên Sînanê Kirîv de dijiya
Ev çîroka evînê bi salan e di kilamên dengbêjan û stranên hunermendên wekî Şivan Perwer û Gulîstan Perwerê de tê zindîkirin.
Gotinên strana navdar a "Sînanê Kirîv" ku Gulîstan Perwer jî dibêje behsa wê eşqa ku ji ber kirîvantiyê negihîştiye hev dike û tê de tê gotin:
“Heyran çi bikim Xwedê bişewitîne mala kirîvantiyê / De dibêjin zewaca kirîvan lo li hev nabe lo.”
Mevlût Bayraktar: Çîrokeke destanî bû
Nivîskar Mevlut Bayraktar li ser serpêhatiya nivîsandina romanê wiha axivî:
"Serpêhatiya romanê vedigere nêzîkî du salan berê. Em di kilamên gelêrî û stranên ku hunermendên wekî Şivan Perwer û Gulîstanê digotin de rastî vê çîroka evînê dihatin. Min jî dest bi lêkolînkirina vê çîrokê kir.
Dema ku min lêkolîn kir, ez bi çîrokeke evînê ya bibandor û destanî re rû bi rû mam ku bûye malê navçeyê. Min got ez çima vê çîrokê nenivîsim û nekim roman?"
Masiyên spî yên Gola Hemoyê bûn sembol
Di çîrokê de Sînan xortekî ji baweriya Êzidî û Sakîne jî keça malbateke Misilman e.
Ji bilî cudahiya baweriyê, pêwendiya kirîvantiyê ya di navbera her du malbatan de jî dibe astengiyeke mezin li pêşiya gihîştina hev a van her du ciwanan.
Masiyên spî yên li Gola Hemoyê di nava çîrokê de wekî sembola evînê tên nîşandan û ji ber wê jî nivîskar navê romanê kiriye "Beyaz Balık" (Masiyê Spî).
“Ev pirtûk bîra çandî ya herêmê ye”
Xwîner Alî Yunus jî girîngiya berhemê ji bo herêmê wiha nirxand:
"Ev pirtûk ne tenê çîrokeke evînê ye, di heman demê de bîra çandî ya herêmê ye.
Gola Hemoyê û masiyên spî bûne sembola vê evînê. Ev berhem ji bo parastina çanda devkî ya herêma me gelekî bi qîmet e û êdî çîrokeke me ya nivîskî heye."
Romana "Masiyê Spî" di du cildan de hatiye amadekirin.
Niha cildê yekem bi naverokeke dewlemend li ber destê xwîneran e û biryar e cildê duyem jî di mehên pêş de li refên pirtûkxaneyan cih bigire.


