Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump da zanîn ku ew bi Îranê re dan û standinan nakin û got, "Bi vî awayî an bi wî awayî dê di demeke nêzîk de tiştek bibe."
Trump her wiha anî zimên ku aloziya bi Îranê re dibe ku di demeke nêzîk de bi dawî bibe.
Trump piştî mîtîngeke hilbijartinê ya li eyaleta South Carolinayê, li balafirgehê pirsên rojnamegeran bersivandin.
"Dê di demeke nêzîk de tiştek bibe"
Trump bersiva pirsa li ser wê yekê da ka dan û standinên bi Îranê re didomin an na û got:
"Ez bawer nakim ku em bi Îranê re dan û standinan bikin. Bi vî awayî an bi wî awayî dê di demeke nêzîk de tiştek bibe.
Gelek kes difikirin ku ev dê piştî hilbijartinan bibe, em ê bibînin ka dê çi bibe."
Trump di axaftina xwe ya li mîtînga South Carolinayê de jî ya di çarçoveya hilbijartinên nîvserdemê yên Kongreyê de ku dê 3yê Çiriya Paşîn bên kirin, qala aloziya bi Îranê re kir.
Trump da zanîn ku dibe ku alozî di demeke nêzîk de bi dawî bibe û got:
"Niha em dikarin ji herêmê vekişin lê em dixwazin bandora êrişan demeke dirêj bidome."
Guhertina navê Okyanûsa Atlantîkê
Trump di axaftina xwe ya li mîtîngê de ramana dayîna navê "Trump" an "Amerîka" li yek ji okyanûsan jî anî rojevê.
Trump diyar kir ku ew guhertina navê Okyanûsa Atlantîkê bi awayekî cidî dinirxînin.
Wî da zanîn ku wî li ser vê mijarê bi Birêvebirê Giştî (CEO) yê Alphabetê ku şirketa sereke ya Googleê ye, Sundar Pichai re hevdîtin kiriye.
Trump ragihand ku Pichai jê re gotiye okyanûs ji hev cuda ne û jê xwestiye ku ew di vê mijarê de daxwazeke wiha ji wan neke.
Trump wiha pê de çû, "Dibe ku ez dev ji vê mijarê berdim."
Serokê Amerîkayê bi henekî got ku eger navê Okyanûsa Pasîfîkê wekî "Okyanûsa Amerîkayê" were guhertin, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen dê telefonî wî bike.



