Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Havînê ya Mezin a 2026an a Qamişloyê îro li Parka Azadiyê dest pê dike.
Berê lidarxistina festîvalê du caran hatibû bipaşxistin.
Li gorî biryara aliyên pêwendîdar, festîval dê îro saet 18:00an dest pê bike.
Hinek hunermendên Kurd ên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê dê beşdarî festîvalê bibin.
Li gorî bernameya nû, çalakiyên festîvalê dê di navbera 4 û 8ê Tebaxa 2026an de werin lidarxistin.
Festîval dê 5 rojan bidome.
Deriyên wê dê her roj ji saet 18:00an heta 00:00ê nîvê şevê ji mêvanan re vekirî bin.
Zêdetirî 230 şirketan beşdar dibin
Zêdetirî 230 şirket û markeyên bazirganî yên ji parêzgehên cuda yên Sûriyeyê beşdarî vê festîvalê dibin.
Niha ji bo pêşwazîkirina mêvanan amadehî tên kirin.
Li Parka Azadiyê sazkirina dezgehên pêşandanê û kar û barên teknîkî didomin.



