Hewlêr (Rûdaw)
- Zanîngeha Mêrdîn
Artukluyê (MAU) ragihand ku ew bi rêya perwerdeya ji dûr ve ji bo zaravayên
Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) yên zimanê Kurdî kursan vedike û ji bo kesên
dixwazin asta xwe ya ziman belge bikin jî azmûna sertîfîkayê dike.
Zanîngeha Mêrdîn
Artukluyê ku di bin banê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê de perwerdeya
akademîk a Kurdî dide, bi rêya Navenda Sepan û Lêkolînê ya Perwerdeya ji Dûr ve
(MAUZEM) dest bi bernameyeke berfireh a perwerde û azmûnan da kir.
Bi vê bernameyê
re hem ji bo kesên dixwazin ji serî ve fêrî Kurdî bibin hem jî ji bo kesên
dixwazin asta xwe ya ziman bi belgeyeke fermî ya zanîngehê nîşan bidin,
derfetek tê pêşkêşkirin.
Kursên
Kurmancî û Kirmanckî
Kursên ku ji
aliyê MAUZEMê ve hatine vekirin van xalan li xwe digirin:
Zarava: Kurmancî û Kirmanckî.
Ast: Li gorî pîvanên Portfolyoya Ziman a
Ewropayê di astên bingehîn û pêşketî de (A1, A2, B1, B2).
Şêwaza
perwerdeyê: Ders dê bi
rêbaza serhêl û zindî bên dayîn. Bi vî awayî ne tenê ji Mêrdînê, ji hemû
bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û cîhanê jî mirov dikarin beşdar bibin.
Naveroka
perwerdeyê: Ji aliyê
akademîsyenên pispor ve bernameyeke berfireh a rêziman, xwendin, nivîsandin,
guhdarîkirin û axaftinê heye.
Azmûna diyarkirina
astê û sertîfîkayê
Ji bo kesên ku
dixwazin rasterast bêyî beşdariya kursan asta xwe ya ziman belge bikin an jî
pêvajoya perwerdeyê serkeftî biqedînin, Azmûna Şarezayiya Zimanê Kurdî û
Sertîfîkayê tê lidarxistin.
Di vê azmûnê de
asta xwendin, fêmkirin û rêzimanê ya beşdaran tê pîvan.
Kesên ku serkeftî
bin dê Sertîfîkaya Fermî ya Kurdî ya bi pesendkirina Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê
wergirin.
Qonaxaserlêdan û qeydkirinê
Kurs û azmûn ji
bo hemû kesan vekirî ne û şertê temen an derçûnê nîne.
Her kes dikare
serlêdanên xwe li ser malpera fermî ya MAUZEMê (mauzem.artuklu.edu.tr) bi awayê
serhêl pêk bîne.
Demên qeydkirinê,
destpêkirina dersan, salnameya azmûnê û heqê qeydê li ser panela ragihandinê ya
MAUZEMê hatine eşkerekirin.



