Hewlêr (Rûdaw) - Pirtûka biranînan a Cemîla Celîl a bi navê “Yêrîvan Xeber Dide” dibe belgeyeke girîng a serdema xwe.
Pirtûk 25ê Îlona 2026an ji aliyê Weşanên Wardozê ve hat çapkirin û li Fuara Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyeke baş hat.
Cemîla Celîl di vê pirtûkê rê, rêçik û deriyên Radyoya Yêrîvanê vedike û em gelek dengbêjên navdar ji nêzîk ve nas dikin ku Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Memoyê Silo, Mecîdê Silêman, Sûsika Simo û Aslîka Qadir tenê çend heb ji wan in.
Niha pirtûka ku ji 256 rûpelan pêk tê li ser malpera Weşanên Wardozê û li pirtûkfiroşan tê firotin.
Di pêşgotina pirtûkê de wiha hatiye nivîsandin:
“Ev pirtûk, li ser Radyoya Yêrîvanê ye. Ew radyoya efsaneyî ya ku bi salan milyonan kurdî bi hêvîyeka mezin xwe dida ber dengê wê. Gotina “Yêrîvan xeber dide”yê ji devereka dûr ji Ermenistanê dihat digihîşt hemû kurdan. Di vê pirtûkê da Cemîla Celîl derîyê Radyoya Yêrîvanê li me vedike û em dikevin nav jîyana wan dengbêjên ku bi salan e em li wan guhdarî dikin. Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Memoyê Silo, Mecîdê Silêman, Sûsika Simo, Aslîka Qadir û gelekên din. Cemîla Celîl, ew xanima dilsoz, xwedî xîret û keddar, ew li wê Radyoya Yêrîvanê bû, bi wan dengbêjan ra bû, wê bi salan da dû dengbêjan, da dû kilaman...
Rola Casimê Celîlî ji bo avakirin û pêşxistina wê radyoyê zêde bûye. Ew ji serî da berpirsê wê bûye. Di destpêkê da maweya weşana radyoyê ya bi kurdî kêm bû, lê dema ku daxwaza gelî ya çandî û zimanî zêde bû, maweya bernameyên kurdî jî zêde bû. Bi derfetên avakirina weşana kurdî, bi dehan dengbêjên ku bi salan li gundê xwe dengbêjî dikirin, dengê wan gihîşt bi milyonan kurdî. Bi avakirina wê radyoyê bi hezaran keresteyên kurdî ji mirinê hatin rizgarkirin.
Ev pirtûk bi wergêrana nivîsên Cemîla Celîlê pêk hat. Ezîzo Cewo û Seyrana Celadê ew nivîs ji zimanê ermenî wergêran. Me jî ew nivîs ji serî ve kontrol kirin, dan ber tekstên orîjînal û hevokên aloz zelaltir kirin. Ji ber ku nivîs di maweyeka dirêj da li rojnameyên ermenî hatine çapkirin û paşê ketine lewnê pirtûkê, li hin cihan fikr û raman dubare dibin. Ji ber pirsgirêka alfabeyan, di hin navan da cudahî hebûn, me navên ku di pirtûkê da derbas dibûn jî kontrol kirin û heta ji me hat, me ew nav li gor konsensusa heyî nivîsîn. Fotoyên ku di vê pirtûkê da ne, ji alîyê Enstîtuya Kurdolojîyê ya Vîyanayê ve ji arşîva Casimê Celîlî hatine peydakirin.
Bîyanî jî kurd jî pesnê folklor û zargotina kurdî didin. Lê ew folklor û zargotin pirî caran devkî maye. Tiştên berhevnekirî li hêlekê, bi hezaran kaset û dengbêjên heyî li benda deşîfrasyonê ne. Malbata Celîlan ji berê da li ser qada zargotin û folklorê dixebite. Ew vî karî bi malbatî dikin.
Em hêvî dikin ev xebat rê li ber xebatên dîtir ên folklor û bîranînan veke û valahîyên wêneyê Radyoya Yêrîvanê yê di hişê kurdan da dagire û wî rengîntir bike.”
















