Stenbol (Rûdaw) - Fuara 11emîn a Pirtûkan a Erebî ya Navneteweyî ya Stenbolê bi eleqe û beşdariyeke mezin didome.
Zêdetirî 300 weşanxaneyên Erebî yên ji 30 welatî beşdarî fuarê dibin.
Sûriye mêvanê rûmetê ye
Sûriye îsal wekî mêvanê rûmetê tevlî fuarê bûye.
Sûriye bi derdora 35 heta 40 weşanxaneyan di pêşangehê de amade ye.
Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê jî li standa Sûriyeyê mêvanan pêşwazî dike.
Her wiha penaberên Sûriyeyî jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşangehê didin.
"Mafekî xwezayî ye"
Alîkarê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Saad Nasan ji bo Fuarê li Stenbolê ye.
Saad Nasan taybet ji Rûdawê Omer axivî û got: “Em li Sûriyeyê piştgiriyê didin zindîbûna weşangeriya Kurdî. Ev mafekî xwezayî ye û di destûra Sûriyeyê de hatiye misogerkirin.”



