Stenbol (Rûdaw) - Fuara 11emîn a Navneteweyî ya Pirtûkên Erebî ya Stenbolê bi beşdariyeke zêde berdewam dike ku ji 30 welatan zêdetirî 300 weşanxaneyan beşdarî fuarê bûne.
Li fuarê herî zêde pirtûkên zarokan, lîteratura klasîk a Îslamî û wêjeya Erebî tên firotin.
Sûriye îsal wekî mêvana rûmetê di fuarê de amade ye.
Alîkarê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Saad Nasan li ser weşangeriya Kurdî ji Rûdawê re axivî û got:
“Em li Sûriyeyê piştgiriya zindîbûna weşangeriya Kurdî dikin. Ev mafekî xwezayî ye.”
Ji bilî xwînerên Ereb, xwînerên Kurd û Tirk ên Erebîzan jî diçin fuarê.
Fuara Pirtûkên Erebî ya Stenbolê, li derveyî welatên Erebî wekî fuara herî mezin a pirtûkên Erebî tê dîtin.
Ji 30 welatên Ereban û welatên wekî Almanya, Brîtanya û Amerîkayê zêdetirî 300 weşanxane beşdar in.
Koordînatorê Fuara Pirtûkên Erebî ya Stenbolê Dr. Muhammed Agirakça li ser beşdariya îsal got:
“Îsal em dibînin ku beşdariya weşanxaneyan a fuarê gelekî zêde bûye.
Li cîhana Erebî, weşanxaneyên herî mezin ên wêjeyê jî li vir amade ne.
Ji her bîr û bawerî û fikrê weşanxane beşdar in.
Fuareke pir dewlemend û pir cure ye.
Em dibînin ku eleqeya ji bo pirtûkên zarokan gelekî zêde ye.
Ji ber ku li Stenbolê diyasporaya Ereban heye. Ew naxwazin ku zarokên wan ji Erebî dûr bikevin.”
Sûriye mêvana rûmetê ye
Sûriye îsal wekî mêvana rûmetê, bi derdora 35-40 weşanxaneyan di fuarê de amade ye.
Alîkarê Wezîrê Çandê yê Sûriyeyê Saad Nasan jî li standa Sûriyeyê mêvanan pêşwazî dike.
Penaberên Sûriyeyî yên ku li Stenbolê dijîn jî eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin.
Saad Nasan li ser girîngiya fuarê û weşangeriya Kurdî wiha axivî:
“Ji ber ku Sûriye wekî mêvana rûmetê tevlî fuarê dibe, ev yek bandoreke gelekî erênî li ser Sûriyeyî û Erebên li Stenbolê dijîn dike.
Em jî wekî Wezareta Çandê di gelek waran de di fuarê de cih digirin.
Li aliyê din li Sûriyeyê ti pirsgirêka me bi weşangeriya Kurdî re nîne.
Berovajî wê em li Sûriyeyê piştgiriya zindîbûna weşangeriya Kurdî dikin.
Ev mafekî xwezayî ye û di Destûra Sûriyeyê de jî hatiye misogerkirin.”
Bazara telîfê û xwînerên Kurd
Di fuarê de derdora 45-50 weşanxaneyên Erebî hene ku navenda wan li Stenbol û Tirkiyeyê ye.
Ev fuar di heman demê de bazara telîfê jî geş dike.
Ji ber ku weşangerên Ereb û weşangerên Tirk ji bo wergerandina pirtûkan peymanên telîfê jî çêdikin.
Ehmed Sûrçî xebatkarekî ji Dihokê ye û li weşanxaneyeke Libnanî dixebite.
Ehmed Sûrçî li ser serdana Kurdan a fuarê got:
“Ez ji Kurdistana Îraqê, ji Dihokê me.
Ez li gel weşanxaneyên Erebî karê weşangeriyê dikim.
Ez niha li weşanxaneya Darul Rafedeynê ku navenda wê li Beyrûtê ye dixebitim.
Weşanxaneyên li vir hemû bi Erebî ne, Kurdî nîne lê gelek Kurdên me tên vir, bi taybetî jî Kurdên me yên ji Rojavayê Kurdistanê gelekî tên.”
120 hezar kes tên çaverêkirin
Ji bilî xwînerên Ereb, xwînerên Kurd û Tirk ên Erebîzan jî diçin fuarê.
Bi taybetî xwendekarên dibistanên Îmam Xetîb, Îlahiyat, medrese, lêkoler û kesên ku dixwazin fêrî zimanê Erebî bibin diçin fuarê.
Xwendekara Sûriyeyî Ranayê got:
“Min li vir çend heb pirtûk kirîn.
Her wiha ji bo nivîskar û pirtûkên nû jî nas bikim ez li fuarê digerim. Li vir çalakiyên pir xweş hene.”
Welatiya Tirk a Erebîzan Sena Dagê jî anî zimên:
“Ez derçûya Fakulteya Îlahiyatê me.
Ji bo ez Erebiya xwe bi pêş bixim, min xwe qeydî Akdem Stenbolê kir.
Ev fuar ji aliyê pirtûkan ve curbicur e. Loma pir jê hez dikim û her sal têm.”
Li Tirkiyeyê bazara firotina pirtûkên Erebî salane 100 hezar pirtûk e.
Di fuarê de rojên îmze, gotûbêj û çalakiyên çandî jî tên lidarxistin.
Fuara ku 15ê Tebaxê li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê dest pê kir dê heta roja 23yê Tebaxê berdewam bike.
Tê çaverêkirin ku îsal 120 hezar kes biçin fuarê.



