Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî lêkolînan di serdema dîjîtal, torên civakî û hişê çêkirî de xwendina pirtûkan her ku diçe kêmtir dibe.
Bikaranîna zêde ya telefon û torên civakî mirovan ji xwendina pirtûkan dûr dixe û dibe sedema xirabbûna bala mirovan.
Li gorî lêkolînan, rêjeya xwendina pirtûkan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji sedî 27 e lê belê li gorî amaran, Amed û Wan di nav 10 bajarên pêşeng de cih digirin ku xwendina pirtûkan lê zêde ye.
Di rapirsiyekê de derketiye holê ku ji sedî 50yî beşdaran dibêjin, ji ber “kêmbûna dem” û “bikaranîna torên civakî”, ew êdî ji berê kêmtir pirtûkan dixwînin.
Nerîna perwerdekaran
Li gorî perwerdekaran, bi zêdebûna bikaranîna telefon û torên civakî, sebr û sebata xwendekar û ciwanan ji bo xwendina pirtûkan kêm bûye.
Li aliyê din, di serdema dîjîtal de tevî ku telefon û torên civakî bûne beşek ji jiyana rojane, pirtûkên çapkirî û pirtûkên kevn hîn jî taybetiya xwe diparêzin.
Perwerdekar Ferhat Çeper li Stenbolê mamosteyê dibistana seretayî ye.
Ew her ku fersendê dibîne serdana sehaf û pirtûkfiroşan dike.
Çeper li ser vê mijarê got:
“Li jiyana rojane êdî tiştên dîtbar gelek zêde bûne. Wekî telefon, vîdeo û reelsan.
Loma êdî mirov zêde nikare bala xwe bide ser xwendina pirtûkan.
Helbet wê xwendina pirtûkan ji holê ranebe lê wê qalik biguhere.
Êdî em digihêjin merheleyeke nû lê dê xwendin her tim hebe.”
Hişê çêkirî û pirtûkên kevn
Li Sûka Sehafan a Aslihanê ya li Stenbolê, hem pirtûkên kevn hem jî koleksiyonên taybet bala xwîneran dikişînin.
Sehaf Turgut Balci diyar kir ku hişê çêkirî xwendina hinek pirtûkan kêm dike, bi taybetî jî pirtûkên teknîkî û got:
“Bi min hişê çêkirî nikare bandorê li xwendina romanekê yan lêkolînekê bike.
Lê helbet heta astekê hişê çêkirî dibe sedema kêmxwendina pirtûkan.
Êdî hişê çêkirî ketiye nav jiyana me ya rojane.”
Rewşa li Amed û Wanê
Li gorî lêkolînan, welatiyên Tirkiyeyê rojane derdora 7 demjimêran û 13 xulekan dema xwe li ser înternetê derbas dikin.
Ji vê demê 3 demjimêr û 18 xulek tenê ji bo torên civakî tê bikaranîn lê li gorî amarên bikaranîna pirtûkxaneyan, Amed û Wan di nav 10 bajarên pêşeng de ne.
Selam Ergunê xwînerê pirtûkan ê ji Amedê got:
“Dema me zanîngeh an lîse dixwendin xwendin zêdetir bû lê niha xwendina pirtûkan kêmtir bûye.
Sedema ewil bikaranîna telefonê ye, sedema din jî mijûliya jiyanê, kar û xebat e.”
Nahîde Xana pirtûkfiroş a li Wanê jî got:
“Li gorî min sedema kêmxwendinê torên civakî û telefon e.
Heta ji destê me tê em hewl didin bi zarokên xwe re demê derbas bikin û bi wan re pirtûkan bixwînin.”
Memo Çetînkayayê ji Amedê anî zimên:
“Telefon û torên civakî nahêlin ku em pirtûkan bixwînin.
Êdî di destê her kesî de telefon heye, her kes hînî rehetiyê bûye.”
Mehmet Gerçekliyê xwînerê pirtûkan ê li Wanê jî diyar kir:
“Em belkî wekî ciwan û nifşên nû zêde bi torên civakî re mijûl nabin lê em neçar in ku bixebitin.
Piştî xebatê mirov diweste lê helbet ji bo xwendinê hişmendiyek lazim e.
Divê mirov xwe her tim kêm bibîne û rojane herî kêm çend rûpelan bixwîne.”
Tevî zêdebûna torên civakî û bipêşketina teknolojiyên wekî hişê çêkirî, hîn jî girseyeke mezin a xwîneran heye ku xwendina pirtûkan berdewam dikin.



