Hewlêr (Rûdaw) - Koma Şanoyê ya “Hawar”ê ya ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê hawara Enfalê gihand Rûsyayê.
Koma Hawarê bi şanoya “Selma” beşdarî 8emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Ostrovsky-Festê bû û Komkujiya Enfalê û trajediya derbiderbûna xelkê Kurdistanê anî ser dikê.
8emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoyê ya Ostrovsky-Festê 18ê Tebaxê li bajarê Kineşma yê li herêma Ivanovo dest pê kir.
Ostrovsky Fest festîvaleke navneteweyî ya formên şanoya odeyê ye ku ji sala 2019an û vir ve her sal tê lidarxistin.
Festîval ji bo afirîneriya dramaturgê mezin ê Rûs Alexander Ostrovsky hatiye terxankirin.
Şeş rojan (ji 18ê Tebaxê heta 23yê Tebaxê) 18 performans, ji klasîkan bigire heya berhemên ceribandinî dê li ser sê dikên cûda yên bajarê Kineşma ya li kenarê Volgayê werin nîşandan.
Îsal, “Ostrovsky Fest” komên ji 11 welatan anîne cem hev ku di nav wan de Îraq, Ermenistan, Fransa, Uman û Çîn û her wiha komên ji bajarên Rûsyayê yên wekî Moskow, Tver, Penza, Yaroslavl, Sevastopol û Kineshmayê bi xwe jî hene.
Koma Hawarê bi şanoya “Selma” di nav 10 welatan de nûnertiya Kurdistan û Îraqê dike.
Sînegraf û derhênerê komê Nejad Necim ji Rûdawê re ragihand ku li gorî bernameya festîvalê, ew 20ê Tebaxê derketine ser dikê û performansa wan a bi zimanê Kurdî rastî bertekek mezin a erenî haiyet û bala her kesî kişandiye ser xwe.
Koma Hawarê sala 2014an hatiye avakirin û komeke navneteweyî ye ku ji Kurdistan, Fransa, Misir, Tûnis, Îraq û Îranê bi dehan aktorên wê hene.
Nejad Necim da zanîn ku teksta şanoya "Selma" ji aliyê Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsîn û wî bi xwe jî karê sînografî û derhênanê pêk aniye.
Lîstikvana sereke ya şanoyê Hawar Faris e, dekorsaz û teknîkkar Berhem Yasîn e û bestekarê mûzîka şanoyê jî Aras Salih e.




