Hewlêr (Rûdaw) - Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di 10emîn salvegera xwe de, wekî cejneke mezin a pirtûkan deriyên xwe vedike.
Pêşangeh ji aliyê Koma Pêşangehan a Tuyapê ve, bi hevkariya Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê û bi piştgiriya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ve tê organîzekirin.
Di navbera 26ê Îlonê û 4ê Çiriya Pêşîn de li Navenda Pêşangeh û Kongreyan a Navneteweyî ya Mezopotamyayê dê were lidarxistin.
Beşdariyeke xurt ji weşanxaneyên Kurdî
Yek ji xalên herî balkêş ên pêşangeha îsal, beşdariya berfireh a weşanxaneyên Kurdî ye.
Di bin sîwana Yekîtiya Weşangerên Kurd (YEW-KURD) de, ji Bakurê Kurdistanê û bajarên cuda yên Tirkiyeyê dê 27 weşanxane û sazî cihê xwe di vê pêşangehê de bigirin.
Ev yek ji bo xwendevanên Kurdî dibe derfeteke mezin ku bi hêsanî xwe bigihînin berhemên nû yên wêje, dîrok û çanda Kurdî.
Dê 74 panel û 300 çalakiyên îmzeyê werin sazkirin
Pêşangeha Amedê ne tenê cihê firotina pirtûkan e, di heman demê de wekî platformeke mezin a çandî û hunerî jî tê dîtin.
Li gorî daxuyaniya amadekarên pêşangehê, di nava neh rojan de dê 74 gotûbêj û panelên cihêreng werin lidarxistin.
Di van panelan de dê nivîskar, rewşenbîr û akademîsyen li ser gelek mijarên balkêş nîqaşan bikin.
Her wiha ji bo ku nivîskar û xwîner rû bi rû werin ba hev, nêzîkî 300 çalakiyên îmzeyê hatine plankirin.
Tê pêşbînîkirin ku îsal jî bi dehan hezar xwendekar, xwendevan û hezkirên pirtûkan berê xwe bidin pêşangehê.



