کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Celîlê Celîl / Wêne: Arşîv

Celîlê Celîl / Wêne: Arşîv

Çand

Xelata Rûmetê ya Avestayê digihe Celîlê Celîl

RÛDAW

RÛDAW

05-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW05-10-2026

Nûçeyên Têkildar

‘Yêrîvan Xeber Dide’ dengên efsanewî yên Radyoya Yêrîvanê digihîne hemû Kurdistanê
Çand10-10-2026

‘Yêrîvan Xeber Dide’ dengên efsanewî yên Radyoya Yêrîvanê digihîne hemû Kurdistanê

Zanîngeha Artukluyê kurs û azmûna sertîfîkayê ya Kurdî vedike
Çand07-10-2026

Zanîngeha Artukluyê kurs û azmûna sertîfîkayê ya Kurdî vedike

Yekitiya Weşangerên Amerîkayê xelat da Avestayê
Çand07-10-2026

Yekitiya Weşangerên Amerîkayê xelat da Avestayê

Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Rûmetê ya Avestayê sala 2026an digihe Celîlê Celîl.

Bi vê minasebetê 26ê Çiriya Paşîn li Amedê merasîmek û panelek tê çêkirin û xelat li wir tê pêşkêşkirin.

Weqfa Kulturî ya Avestayê di 2026an de hat damezirandin û bi damezirandina xwe re biryarek jî da ku her sal li ser navê şexsiyetekî dîrokî yê kurdan “Xelata Rûmetê” bide.

Xelata sala 2026an li ser navê dîroknasê Kurd Şerefxanê Bedlîsî bû. 

Lijneya Birêvebiriyê ya Weqfê biryar da ku Xelata Rûmetê ya Avestayê ya sala 2026an pêşkeşî rêzdar Prof. Dr. Celîlê Celîl bike.

Weqfa Kulturî ya Avestayê di ragihandina xwe ya li ser hesabên xwe yên torên civakî de got:

“Celîlê Celîl ji nîvê duyemîn ê sedsala 20î heta roja me yek ji giringtirîn kesayetî ye ku di warê Kurdnasiyê de xebatên xwe didomîne.

Celîl li zanîngehên Erîvan û Lenîngradê xwendina bilind temam kiriye û bi teza xwe ya li ser serhildanên Kurdan ên sedsala nozdemîn di sala 1963yan de pileya doktorayê wergirtiye.

Celîl di navbera salên 1963-1993yan de li Akademiya Zanistan ya Sovyetê mamostetî kiriye.

Wî li gel birayê xwe Ordîxanê Celîl ji bo ronîkirin û tomarkirina dîrok, çand û folklora Kurdî bi sedan xebat kirine.

Ji sala 1994an vir ve wî li gel komek hevalên xwe Înstîtûta Kurdzaniyê ya Wienê damezrandiye û xebatên xwe di bin banê vê dezgehê de bê navber didomîne.

Jiyan û keda Celîlê Celîl; ne tenê serkeftineke bilind a akademîk e, di heman demê de semboleke geş a berxwedana çandî û têkoşîna nasnameya Kurdî ye. Ew zanyarekî mezin ê akademîk, kesayetiyekî naskirî yê qada navneteweyî û yek ji alahilgirên herî giring ên rewşenbîriya Kurdî ye.

Rêzdar Celîl, nirx û xezîneya kultura Kurdî ji bahozên demê parastiye, ew xurt kiriye û bi mîraseke dewlemend veguhastiye nifşên siberojê; bi henase û ramanên xwe, bi pênûsa xwe ya zêrîn bûye deng û rengê çanda me.

Ev xelat rêzgirtineke ji kûraniya dil, bibîranîneke biheybet û spasiyeke kûr e ji bo ked, xebat û temenê ku wî di hembêza çanda Kurdî de derbas kiriye.

Weqfa Kulturî ya Avestayê.”

Pirsên