Hewlêr (Rûdaw) - Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2026an ji ber "afirandina formên nû û diyaloga wê ya bi mîtolojî û kevneşopiya klasîk re" bû para nivîskar û helbestvana Kanadayî ya 76 salî Anne Carsonê.
Li Akademiya Zanistî ya Keyaniya Swêdê, di civîneke çapemeniyê de xwediya Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2026an hat eşkerekirin.
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ya 2025an ji ber berhemên "bibandor û xwedî vîzyon" ji nivîskar û senaryonûsê Macar ê 71 salî Laszlo Krasznahorkai re çûbû.
"Ez bawer dikim ku ew hemû dîn bûne!"
Nivîskara 76 salî Anne Carsonê ku di heman demê de hevwelatiya Îzlandayê ye, piştî ragihandina xelatê ji medyaya Îzlandayê re axivî û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman:
"Ev tiştekî mîna dînîtiyê ye. Ez bawer dikim ku ew hemû dîn bûne lê wekî ku hûn jî dizanin, ev dînîtiyeke pir xweş e."
Sînorên di navbera helbest û pexşanê de rakir
Anne Carson di cîhana wêjeyê de wekî nivîskareke ku sînorên di navbera helbest, gotar û rexneyê de rakiriye, tê naskirin.
Wê di berhemên xwe de çîrokên mîtolojîk ên Yunana Kevn û zimanê nûjen ê sedsala 21an anîne cem hev.
Pirtûka wê ya herî navdar "Autobiography of Red" (Otobiyografiya Sor) wekî şahberhema wê tê qebûlkirin ku tê de helbest û cureya destanê bi hev ve girê daye.
Nirxê xelatê çi qas e?
Xelata Nobelê ya Wêjeyê ku her sal ji aliyê Akademiya Swêdê ve tê dayîn, wekî xelata herî mezin a wêjeyê ya cîhanê tê qebûlkirin.
Nirxê xelata îsal 11 milyon kronên Swêdî ye, ango nêzîkî 1 milyon dolarê Amerîkayî.
Tê çaverêkirin ku xelat di merasîmeke taybet de li Stockholmê, 10ê Kanûna Pêşîn a 2026an pêşkêşî Carsonê were kirin.
Xelatên Nobelê
Xelatên Nobelê li ser wesiyeta Alfred Nobelê Swêdî piştî mirina wî 9ê Hezîrana 1900î ji aliyê Weqfa Nobelê ve hatine damezirandin û wekî xelatên herî biprestîj ên cîhanê tên qebûlkirin.
Xelat ji aliyê Akademiya Zanistî ya Keyaniya Swêdê, Akademiya Swêdê, Enstîtuya Karolînskayê û Komîteya Nobelê ya Norwêcê ve di warên fîzîk, kîmya, wêje, aştî û tibê de bi kes an jî saziyên herî serkeftî re tên dayîn.
Ji bilî van, Xelata Nobelê ya Aborî sala 1968an bi biryara Banka Navendî ya Swêdê ji bo bîranîna Alfred Nobel hat zêdekirin û cara yekem sala 1969an hat dayîn.
Xelatên Nobelê her sal di salvegera mirina Alfred Nobel de, 10ê Kanûna Pêşîn bi merasîmekê radestî xwediyên xwe tên kirin.
Ji aliyê din ve, ji destpêka xelatan a sala 1901ê û vir ve çend sal hene ku xelat nehatine dayîn.
Piraniya 49 betalkirinên xelatan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem û Duyem de pêk hatin.
Merasîmên xelatdayînê salên 2020 û 2021ê jî ji ber pandemiya COVID-19ê nehatibûn lidarxistin.



