Hewlêr (Rûdaw) – Şoreşger û siyasetmedar Faîk Bucak dê li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê were bibîranîn.
Di çarçoveya Hevdîtinên Avesta Cultureyê de li navçeya Sûrê ya Amedê bernameyeke bibîranînê ji bo damezirêner û Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Faîk Bucak tê lidarxistin.
Bername dê sibe demjimêr 15:00an li avahiya Avesta Cultureyê ya li taxa Hasirliyê ya navçeya Sûrê ya pazêzgeha Amedê pêk were.
Di bernameya bibîranînê de kurê Faîk Bucak parêzer Serhat Bucak dê wekî axêver beşdar bibe û parêzer Mehmet Emîn Aktar jî dê moderatoriya bernameyê bike.
Gotûbêj û îmzekirina pirtûkê
Li gorî agahiyên bernameyê yên Weşanên Avestayê ji Rûdawê re şandine, çalakî dê ji du beşan pêk were ku gotûbêj û îmzekirina pirtûkê ne.
Serhat Bucak dê li ser jiyan, xebat û têkoşîna bavê xwe Faîk Bucak biaxive û pişt re jî pirtûka xwe ya li ser wî ji bo xwendevanan îmze bike.
Bername li Navenda Avesta Cultureyê ya li kolana Bardakçiyê ya taxa Hasirliyê ya li navçeya Sûrê ya Amedê tê lidarxistin.
Faîk Bucak kî ye?
Faîk Bucak sala 1919an li gundê Xedrayoyê yê Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ji dayîk bû.
Dibistana seretayî li Siwêregê û dibistana navendî jî li Amedê xwend.
Sala 1939an dest bi Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê kir.
Faîk bucak li gel Mûsa Anter û M. Remzî Bucak di damezrandina Mala Xwendekaran a Dîcleyê de cih girt.
Sala 1946an xwendina fakulteya hiqûqê temam kir û sala 1949an li Antakyayê dest bi dadgeriyê kir.
Sala 1951ê li navçeya Gurunê ya Sêwazê hat erkdarkirin.
Li Sêwazê di dadgehê de di berjewendiya Kurdên ku erdên wan ji wan hatine standin de biryar da.
Di salên 1952-1953yan de li Qozanê di erkê xwe yê dadgeriyê de berdewam kir.
Li Girtîgeha Qozanê girtiyên ku serî hildabûn, ji bo dan û standinan navbeynkariya dadgerê Kurd Faîk Bucak, wekî merc danîn ber rayedaran.
Piştî dan û standinên li gel girtiyan, serhildana wan bi dawî anî.
Piştî ku wekî dadgerê Kurd navdar bû sirgunî Hadimê hat kirin.
Ji ber ku hat sirgunkirin, dest ji erkê xwe yê dadgeriyê kişand.
Sala 1956an li Rihayê bi cih bû û dest bi parêzeriyê kir.
Piştî derbeya sala 1960an, li Rihayê hat girtin û tevî malbata Şêx Seîd û gelek malbatên navdar ên Kurdan birin Kampa Sêwazê.
Tevî 54 Kurdan ji Kampa Sêwazê sirgunî Balikesîrê hat kirin.
Li girtîgehên Riha, Sêwaz, Balikesîr û Eskîşehîrê hat zindanîkirin.
Dawiya sala 1962an ji sirgunê vegeriya Rihayê û dest bi parêzeriyê kir.
11ê Tîrmeha 1965an bû Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T).
4ê Tîrmeha 1966an li Rihayê di nava wesayîta ku kurên wî Serhed, Sertaç û biraziyê wî hebûn de Faîk Bucakê ku li paşiyê rûniştibû, bûbû armanca êrişê.
Di êrişê de bi giranî birîndar nebûbû lê li nexweşxaneyê pêvajoyeke tedawîkirinê ya biguman hat kirin.
Sekreterê Giştî yê PDK-T yê piştî wî Saît Elçî li nexweşxaneyê çû serdana wî.
Saît Elçî jê re got, “Hemd ji Xwedê re serê we baş e. Birînên we li lingê we ne. Pêwîstiya Kurdan bi serê we heye.”
Li nexweşxaneyê, ji dadgerê ku ji bo wergirtina îfadeya wî hatibû re got, "Hûn dizanin kê êrişî min kir" û îfade neda.
Faîk Bucak 5ê Tîrmeha 1966an koça dawî kir û li goristana Siwêregê hat veşartin.
Pişt re derket holê ku yek ji wan kesên ku êrişî wî kiriye efserek bûye.
Di kêliyên herî dawî yên jiyana xwe de ji zarokên xwe re wiha gotiye, “Perwerdeya xwe bidomînin. Doza xwe bernedin. Hûn dizanin çima êrişî me kirin.”



.jpg&w=3840&q=75)