Dawiya salên 1980yî, êvareke dereng û şilî bû li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê. Di klubeke biçûk a bajêr de zilamek bi tenê rûniştibû û bîra vedixwar. Wî bi xwe ji vexwarinê hez nedikir lê derdê Kurdan û birînên Kurdistanê dilê wî yê xemgîn dabû ber kovanên giran.
Navê wî Ehmed bû lê xelkê bajêr jê re digot "Raîd Ehmed". Ew kurê pînekarekî (pînedoz) bû û navê wî yê li nav xelkê "Eheyê Teqelqewî" bû. Wî ji nasnavê "Raîd" hez nedikir lê dizanî ku ji ber hezkirinê vî navî lê dikin.
Wî carinan digot, "Qet nebe ji min re bibêjin Kekê Ehmed lê ji ber ku min ji bavê xwe jî gelekî hez dikir, nasnavê Teqelqewî jî ji bo min şêrîn e."
Raîd Ehmed zilamekî bejnbilind, çarşane û bihêz bû. Çermê wî esmerê tarî bû. Simbêl û çavên wî yên reş û porê wî yê gur dîmenekî tirsnak didanê. Kesên ku ew nas nedikir ji ber vî dîmenî jê dûr diketin lê di heqîqeta xwe de, di reftarên xwe de mirovekî gelekî nerm, mêrxas û aştîxwaz bû.
Komek ciwanan wê serdemê li Çemçemalê Navenda Wêje û Hunerê ava kiribû. Wan çalakiyên wêjeyî û hunerî li dar dixistin.
Raîd Ehmed dihat hemû çalakiyên wan; beşdarî şano, civînên edebî û pêşangehên şêwekariyê dibû. Wî ji wan re digot, "Hûn bi van karan Kurdperweriya min xurttir dikin."
"Ez destê xwe li zarokekî Kurd ranakim"
Di êvareke tarî û xumamî de, du ciwanên bêtecrube li wê klubê dema dibihîzin jê re dibêjin "Raîd Ehmed", hisa wan a Kurdperweriyê wan teşwîq dike. Ew wisa difikirin ku ew efserê Artêşa Îraqê ye.
Ciwan êrişî wî dikin û lê didin. Raîd Ehmed sedema êrişa wan fêm dike, lewma qet dengê xwe nake û li hemberî wan ti bertek nîşan nade.
Ciwanek bi Kurdî çêrî wî dike û yê din jî hewar dike, "Dagirkerê nemam! Hûn li vir jî dest ji pêsîra me bernadin? Hûn nahêlin em li vir bîrayekê an jî hilmeke araqê vexwin? Nahêlin em bêyî dîtina rûyê we yê kirêt vexwin?"
Her du ciwanan wisa bawer kir ku bêdengiya wî ji ber tirsa wî ye. Lê wan nizanibû ku li cem Raîd Ehmed prensîbeke pîroz hebû ku rasterast girêdayî birînên neteweyî bû; ew jî birîna birakujî û xwe-xwarinê bû.
Prensîba Raîd ev bû, "Ez nikarim destê xwe li zarokekî Kurd rakim. Ez bi Kurdan re şer nakim." Wî dixwest ti carî Kurd şerê hev nekin.
Raîd digot, "Mirov tenê divê li hemberî faşîst û dagirkeran şer bike. Wekî din şer ne karê mirovan e. Bi taybetî şerê bi birayê xwe re, şerê bi kesekî ku di bin heman asmanî de bi hezkirin bi te re dijî, şaş e. Reng û nasnameya wî çi be bila bibe, nabe mirov êrişî wî bike."
Pênc leşker di çend xulekan de têk birin
Klub li kêleka Daîreya Ewlehiyê ya Beasê bû ku wê demê cihekî tirsnak bû. Karmendên ewlehiyê telefonî fermandarê lîwaya leşkerî ya Çemçemalê kir.
Wan got ku "Raîdek li klubê vedixwe, du ciwanên bajêr ew xistine nav xwînê lê ji tirsa dengê wî dernakeve û ji serxweşiyê ji dinyayê qut bûye."
Fermandarê lîwayê hêrs bû û ferman da ku komeke leşkeran biçe wî ji destê xelkê derxîne û bi destgirêdayî bîne zindana lîwayê.
Fermandar ferman da ku gule neyên berdan, "Xelkê vî bajarî ji guleberdanê hez dike, heke em guleyan berdin dibe ku kontrol ji destê me derkeve. Heke li dij derket, bêyî guleyan bi lêdanê wî bînin."
Leşkerên hikûmetê di tariya şevê de bi tirs çûn ber klubê. Pênc leşker ketin hundir da ku Raîd desteser bikin. Raîd bi Erebî nizanibû lê hewl da wan bide fêmkirin ku êrişî wî nekin.
Dema dît leşker guh nadin wî û êriş dikin, mîna pilingekî rabû ser pêyan û di çend xulekan de her pênc leşker têk birin û li erdê dirêj kirin.
Mirovên li klubê û ew her du ciwan şok bûn. Kesî bawer nedikir zilamekî ku çend xulek berê lêdan xwaribû, xwedî hêzeke wiha be. Ciwanan dît ku wan şaşiyeke mezin kiriye û reviyan derve.
Çû cem fermandarê lîwayê
Leşker bi serê şikestî reviyan cem hevalên xwe. Lê Raîd bi tena serê xwe û bi pêyên xwe ber bi baregeha leşkerî ya Çemçemalê ve çû û xwest wî bibin ba fermandar.
Dema fermandar ew dît, şok bû. Beriya her tiştî şaş ma ku Raîd bi Erebî nizane. Bi navbeynkariya wergêrekî Kurd, Raîd ji fermandar re vegot ku leşkeran bêyî sedem xwestiye êrişî wî bikin û wî tenê parastina xwe kiriye.
Fermandar pirsî, "Gelo çima ji te re dibêjin Raîd? Ma tu di artêşê de bûyî raîd?"
Raîd Ehmed bersiv da, "Na, xelkê bajêr ji hezkirinê vî navî li min dike. Ez ji vî navî hez nakim, ev rutbeyek e ku xelkê daye min. Daxwaza min ew e ku tenê ji min re bibêjin Eheyê Teqelqewî."
Tê gotin ku fermandar çend caran xwestiye navê "Eheyê Teqelqewî" bêje lê nekarîbû bilêv bike û zimanê wî li hev geriyaye.
Guleyeke kor dawî li jiyana wî anî
Piştî salan, di şevekê de jiyana Raîd bi awayekî gelekî xemgîn bi dawî bû; ew bi guleyeke kor a Kurdan hat kuştin.
Ew lehengekî bêdeng ê kolanên Çemçemalê bû. Mêrxasiya xwe li ber çavan nîşan nedida lê bawerî dida derdora xwe. Dilrehmiya wî ne ji nezanînê bû, ji hezkirina kûr a ji bo xak û neteweyê bû. Têgihiştina wî ya ji bo bihevrejiyanê mînakeke kêmpeyda bû.
Îro çîroka Eheyê Teqelqewî ji bo siyasetmedarên Kurd dersek e ka meriv çawa dikare Kurdperwer be bêyî ku zererê bide miletê xwe, çawa dikare xizmetê bike bêyî ku bibe sedema kîn û şerên navxweyî.



